Wênevan Sîbel Acar: Wêne li dijî zayendperestiyê serhildanek e

  • 09:02 5 Adar 2020
  • Çand û Huner
Medya Uren
 
RIHA - Wênevan Sîbel Acar diyar kir ku jin li her derê bi şekleke cuda bi bêmafiyan re rûbirû dimîne û got: "Ez wêneyên jinan a nû (tazî) xez dikim. Ez li hemberî hişmendiya zayendperest wêneyên bi vî rengî çêdikim. Serhildana min a yekem jî wêne çêkirin bû." 
 
Piştî ku li Rihayê starta 8'ê Adarê hat dayîn li hemû herêman çalakiyên jinan dest pê kirin. Di vê çarçoveyê de ji aliyê Navenda Mafên Jinan a Baroya Rihayê ve pêşengeha wêneyan a ku temaya wê jin bû hat vekirin. 3 wênewan bi wêneyên xwe tevlî pêşangelê bûn. Yek ji wan wênevan Sîbel Acar bû. Sîbel, ew demeke dirêje bi wêneyan re mijûl dibe û bi taybet fîgurê jinan xêz dike. Sîbel anî ziman ku her mirovek xwe bi awayekî tîne ziman ku wêne ji zimanê min e. 
 
Wênevana ciwan Sîbel di destpêka axaftina xwe de got jin heyîna herî pîroz e ku ligel wê rastî hemû bê mafiyan jî tê û wiha berdewam kir: “Jin di xwezaya xwe de heyînek pîroz e, wisa lê kirine ku ji rastiya xwe û ji bedena xwe ya sembola bereketê ye şerm dikin. Jin li her deverê cîhanê rastî van bê mafiyan hatine. Car bûne zanyar hatine daliqandin, car bûne pîrebok hatine şewitandin û car heye bi navê fahîşetiyê hatine recim kirin. Tu xak ji vê qederê bê par nemaye. Dema qala mafê jina hat kirin divê em nîjad, ol, ziman û nasname ne fikirin ango berê her tiştê nasnameya wê jin e. Ji ber ku hêstirên çavên me heman diherikin û êşa me hemane divê em bibin yek. Divê jin serî rakin û bibin şopdarên azadiyê. Bi yekbûnê em ê bikarin serkeftina xwe bi dest bixin.”
 
‘Wêne li dijî hişmendiya zayendperest serhildan e’ 
 
Tev figurên wêneyên Sîbelê jin e û bi awayekî nu (tazî) hatine xêz kirin. Bi taybet ji derveyî bedena jinê tiştekî din xuya nake ango çavên wan ji hatine reş kirin. Sîbel li ser xêzên xwe got ez li hemberî hişmendiya zayendperest wêneyan xêz dikim û wiha berdewam kir: “Bi taybet li dijî reşkirina jinê ez xêz dikim û ez ê bi vê rengî berdewam bikim. Ji ber ku hemû jin bi heman rengî bi şîdetê re rûbirû dimînin û min jî nexwest ez bi kinc xêz bikim. Ji bo tenê bi nasnameya jinbûnê were pêş, min bê cil xêzkirin. Weke jinek ez vê ji xwere weke destpêkek dibînim, divê her jin di qada xwe de berxwedana azadiya jinê bide. Ez xêzkirina jinê weke serhildana xwe ya yekem dibînim. Çiqasî di aliyê wekheviyê de gelek hêviyên min tune be jî ez ê hewilbidim wan rastiyan her tim bînim ziman."
 
‘Ked û jiyana nedîtî dibe mijara wêneyên min' 
 
Sîbel got ez pir bextewarim ku min di rojekî wisa girîng de keda xwe pêşkêş kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "8’ê Adarê ji bo min wateyeke girîng hildigire. Ked û jiyana jinê ya ku ji nedîtî ve tên dîtin, ez ê bikim mijara wêneyên xwe. Ango hêvîdarim ev roja sembola berxweda jinê bibe wesîleya hêviyên mezin yê aramî û wekheviyê.”