3’yemîn Mîhrîcana Derhênerên Jin didome

  • 09:06 4 Adar 2020
  • Çand û Huner
Zeynep Pehlîvan
 
ÎZMÎR - 3’yemîn Mîhrîcana Derhênerên Jin ku li Îzmîrê di 29’ê sibatê de bi dirûşma "Her Jinek Xeyalek Cuda Dike" hat destpêkirin bi fîlmên derhênerên jin, gotbûbêj, panelan didome.
 
3’yemîn Mîhrîcana Derhênerên Jin ku li Îzmîrê di 29’ê sibatê de bi dirûşma "Her Jinek Xeyalek Cuda Dike" hat destpêkirin didome. Ji her temenî temaşevan bê pere tevlî mîhrîcanê dibe û bi taybet jî komeleyên jinan û xwendekarên zanîngehê xwedî lê derdikeve. Derhênerên jin jî di mîhrîcanê de hatina cem hev û piştgiriya ji bo hev gelek kêfxweşin.
 
Sevînç Baloglu ku bi belgefîlma xwe ya ‘Tov’ tevlî mîhrîcanê bû, bi salane derhêneriyê dike. Sevînçê da zanîn ku ev mîhrîcan gelek girîng e. Sevînçê wiha got: “Mîhrîcan berhemên jinan bi temaşevanan re tîne gel hev û gotinên wan bi cîhanê dide nasîn. Vê ez gelek kelecanî kirim. Ev mîhrîcanên wisa nû nû li vir pêk bên. Em li van qadan piştgiriyê didin hev. Hewcedariya me bi derhênerên jin yên karên baş dikin hene. Mixabin em di jiyanê de çiqas tê dîtin, di sînemayê de jî tên dîtin. Divê em bi hev re di piştevaniyê de bin.”
 
‘Bi taybet jin xwedî lê derdikevin’
 
Nejla Demîrcî jî bi fîlmên xwe yên ‘Gundondu’ û ‘Yuzleşme’ tevlî mîhrîcanê dibe. Neclayê got di mîhrîcanan de tişta ku herî zêde ji bo wê girîng e eve ku bi temaşevanan re hevdîtinek germ pêk tê û got: “Qadeke bi terza em dixwazin hatiye afirandin. Wek derhênerek jin bi derhênerên jin yên din re hatina cem hev gelek girîng e. Bi temaşevanan re jî hatina gel hev girîng e. Bi taybet jinên ciwan xwedî lê derdikevin. Parvekirin tên kirin, piştgirî ji bo hev tê dayîn û kêmasî tên parvekirin.”
 
‘Hewcedarî bi derhênerên jin hene’
 
Xwendekara zanîngehê Meryem Melek Kose jî bi fîlmê xwe yê ‘Garîp bîr soru’ tevlî mîhrîcanê bûye û got ev fîlmê wê yê yekem e. Meryemê bi lêv kir ku ev mîhrîcan ji bo jinên derhêner gelek girîng e û got: “Min li vir gelek fîlmên xweş temaşe kirin. Ev mîhrîcaneke ji bo me gelek girîng e. Em bi hev re çareseriyan pêk tînin. Bila hevalên jin netirsin. Bila fîlman bikşînin. Hewcedariya me bi vê heye.”