Li Komeleya Wêjekarên Kurd panela 'Jin û Wêje' hat lidarxistin

  • 19:17 3 Adar 2020
  • Çand û Huner
AMED - Komeleya Wêjekarên Kurd, Koma Xwendinê ya Amedê, Platforma Pênûsa Jinên Mezopotamyayê bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li Komeleya Wêjekarên Kurd bi navê 'Jin û wêje' panel li dar xistin.
 
Panel bi moderatortiya Ayşe Kuran ve pêk hat. Berdevka Tevgera jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan û Nivîskar, Helbestvan û Rojnamevan Roza  Metîna wekî panelîst beşdar bûn. Her wiha gelek wêjehez tevlî bûn.
 
Panel bi axaftina Ayşe Gokkan dest pê kir. Ayşeyê bal kişand ser rola jinên Rojhilata Navîn û got: "Di Rojhilata Navîn de jinan têkoşîneke pir mezin dane meşandin. Hem aliyê dewletê hem jî aliyê malbatê li dij desthilatdariyê li ber xwe didin." 
 
'Divê em jin xwe bi rêxistin bikin'
 
Ayşeyê di berdewamiya axaftina xwe de wiha got:"Di çîrokên ku mêr dinivisînin de kesayeta jinê wekî kesayet lawaz tê nîşandan. Jinê tenê di nava çar dîwaran de rave dikin û hewil didin ku bi vî rengî balê bikşînin. Lê jin di kesayeta xwe de xwedî hêz û girîngiyek mezin e. Divê em jin xwe birêxistin bikin û li dijî vê helwestê li berxwe bide."
 
'Gelê Kurd bi saya dengbêjin jin hatiye vê astê'
 
Pîştî axaftina Ayşe Nivîskar û Rojnamevan Roza Metîna axivî. Roza bal kişand ser pêşengiya jinên dengbêj û wiha got: "Ziman, wêje û çanda Gelê Kurd bi saya dengbêjan hatiye heta vê astê. Jinên Kurd pêşengiya çanda dengbêjiyê kirine. Gelek jinên dengbêj, helbestkar û nivîskar ên Kurd ên ku îro ji aliyê gelek kesî ve nayên naskiron hene. Keda wan nayê dîtin. Jinên wekî Cemîla Celîl, Eyşe Şan, Fatma Îsa, Gazin, Lîza Xanim ji ziman, wêje û çanda Gelê Kurd re xizmetek mezin kirine. Wan li dijî zihniyeta feodal, zihniyeta desthilatdar têkoşîn dane. Di heman demê de ji bo parastina ziman, çand û wêjeya xwe têkoşînek mezin dane . Divê em li keda jinên têkoşer xwedî derkevin."
 
Panel bi pirsên wêjehez û bersivan bi dawî kirin.