Ji bo 8’ê Adarê kurtefîlma jinên pêşeng

  • 09:05 1 Adar 2020
  • Çand û Huner
Medya Uren
 
AMED - Jinan bi minasebeta 8’ê Adarê kurtefîlmek amade kirin. Di kurtefîlmê de têkoşîn û berxwedana Hypatîa, Rosa Luksenburg, Xwîşkên Mîrabel, Leyla Qasim, Sakîne Cansiz û Hevrîn Xelef û hwd tê vegotin. Bi kurtefîmê tê armanckirin ku xwedî li mîrateya têkoşêr û berxwedêrên jin derkevin. 
 
Xebatên jinan a ji bo 8'ê Adarê didomînin. Ji bo 8'ê Adarê kurtefîlmek çêkirin. Di dîrokê de pêşengên jin bû mijara kurtefîlm e. Di aliyê zanîstî û zanyariyê de Hypatia, di têkoşîna jinên kedkar de Rosa Luksenburg, têkoşîna Rosa Park a li dijî nîjadperestiyê, serhildana xwişkên Mîrabel a li dijî dîktatoriyê, têkoşîna Leyla Qasim, sembola berxwedana jinan Sakîne Cansiz û siyasetmedara Rojava Hevrîn Xelef di kurtefîlmê de cih gitin. Di kurtefîlmê de behsa 11 têkoşer û berxwedêrênjin hatiye kirin. Kurtefîlma ku hatî amadekirin dê îro bê weşandin. 
 
‘Fîlm rastî û xwezaya jinê ye’
 
Endama Şanoya Bajêr a Amedê û lîstîkvan Zeycan Ateş, di kurtefîlmê de cih digire û dema neolîtîkê tîne ziman. Zeycan wiha qala kurtefîlmê kir: "Polîtîkayên bişaftinê herî zêde li ser jinê bi bandore û gihaştiye asta herî jor. Ji bo deşîfrekirina polîtîkayan divê zêdetir hewldan bên kirin. Kurtefîlma ku hatî amadekirin girîng e û ez jî di nav fîlmê de qala serdemekî dikim. Em rastiya serdemekî tînin ziman û hêza jinê vedibêjin. Em dîroka ku jinê tune dihesibînin derdixin holê. Bi nêzbûna 8'ê Adarê em ê li qadan tilîliyên xwe bilind bikin û rengê xwe bidin qadan. Her wiha yekitiya jinê di vê merheleyê de girîng e."
 
‘Hypatia fîlozofa serdemê ye’
 
Endama Şanoya Bajêr a Amedê Rezan Kaya jî di kurtefîlmê de rola Hypatia dilîze û wiha qala fîlmê kir: "Hypatia fîlozefek e û têkoşîneke mezin daye. Di vê serdemê de jî rolek wê ya girîng jî heye. Divê em xwedî li mîrateyên wan derkevin. Hypatia pêşengiya serdemekî kiriye û xwendekarên xwe perwerde kiriye. Ez pir kêyfxweşîm ku min rolek wisa girtiye. Li hemberî civak û jinê polîtîkayên taybet ên hikûmetê hene û divê em wan polîtîkayan derxin holê. Kurtefîlma me li hemberî polîtîkaya ne."
 
‘Hevrîn ronahiya rêya têkoşînê ye’
 
Meryem Turk jî di kurtefîlmê de cih digire û rola siyasetmedar Hevrîn Xelef girtiye û wiha axivî: "Projeya kurtefîlmê bandorek li ser min kir. Dema min rola Hevrîn Xelef a ku bûye sembola berxwedana jinan, girt ez bêtir bi bandor bûm. Hevrîn Xelef çavkaniya hêz û jiyanê bû. Jin dema dibin pêşeng ji civakê re divê em jî wan jibîrnekin û di ferqa wê de bijîn. Mîrateyek ji me re hiştin û divê em xwedî li mîrateyên wan derkevin. Di kurtefîlmê de Hevrîn laçika reş a li ser çavê jinan heyî davê je. Ev yek bi serê xwe destanek e. Bi rakirina laçika reş zilma, reşî û nexweşiyê ji holê rakir. Dema hûn fîlmê temaşe bikin hûnê hêzê bigirin."
 
‘Mîratvanên pêşengan’
 
Endama Ma Muzîkê û mamosteya kemanê Sarya Ataş diyar kir ku dema rol girtiye pir bi kelecan bûye û wiha got: "Min di jiyana xwe de gelek têkoşerên jin mînak girt. Huner û muzîkên wan her tim li ser min bi bandor bû. Wekî şehîd Mîzgîn, Meryemxan û Eyşe Şan ev deng hêzek da min. Di kurtefîlma ku hatî amadekirin de min rola têkoşerên jin ên niha girt û min qala têkoşîn û berxwedana wan kir. Ciwan jî divê mîratvanên pêşengan bin. Her wiha kurtefîlm dê îro bê nîşandan."