PENa Kurd sersaxî ji malbatên kedkarên hunerê re xwest

  • 11:21 29 Sibat 2020
  • Çand û Huner
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Derbarê koça dawî ya Nivîskar, helbestvan û weşanger Zeynel Abîdîn Xan, Hunermend Seîd Yûsiv, Dr. Ciwan Heqî (Batû) de PENa Kurd li ser malpera xwe metna sersaxiyê weşand. 
 
PENa Kurd têkildarî koça dawî ya Nivîskar, helbestvan û weşanger Zeynel Abîdîn Xan, Hunermend Seîd Yûsiv, Dr. Ciwan Heqî (Batû) sersaxî xwest. Di metna ji bo sersaxiyê ya ku li ser malpera PENa Kurd hat weşandin de wiha hat gotin:"Helbet her yek ji wan hêjaye bi serê xwe kitêb li ser wan bên nivîsandin, ev lehengên Kurdistanê di gel hemû astengî û bêderfetiyan mîraseke giranbuha ji milletê xwe re hiştin. Em minnetdarê ked û xebatên wan ên bêhempa ne û wê ew her di dilê welat û milletê xwe de bijîn.
 
Di berdewamiya metna sersaxiyê de wiha hat gotin:
 
"26.02.2020, di vê rojê de Kurdistanê sê kesayetê xwe yê payebilind winda kir, hersê jî bi xem û xeyalên welatê xwe, li ji dervî welêt çavên xwe dan hev; Zeynel Abîdîn Xan, Seîd Yûsiv û Dr. Ciwan Heqî (Batû). Em wek PENa Kurd pir xemgîn in û em dibêjin; bila serê milletê me, bi taybetî serê malbatên wan sax bin, cihê wan bihuşt be. 
 
Nivîskar, helbestvan û weşanger Zeynel Abîdîn Xan, ji ber fikarên welatparêziyê li Tirkiyeyê gelek caran hatiye girtin û dûra çûye Almanyayê. Bi dehan berhem û wergerê wî hene. Endamê PENa Kurd Zeynel Abîdîn Xan, di heman demê de edîtoriya kovar û weşanxaneyan jî kiriye û bi vî awayî xizmeteke mezin ji çand û edebiyata Kurdî re kiriye. Mixabin, li Almanya, bajarê Berlînê jiyana xwe ji dest da, lê li bajarê ku ji dayik bûye, li Mûşê wê bispêrin axê. 
 
Hunermend Seîd Yûsiv, ji Rojava ye, li Qamişloyê ji dayik bûye, lê bi deng û tembûr û berhemên xwe di dilê hemû Kurdan de cihekî taybet ava kiriye û wek Şahê sin’etkaran hatiye qebûlkirin. Derdora 50 salî xizmeta muzîka Kurdî kiriye, stranên ku nivîsîye ji alî gelek sin’etkaran ve hatine gotin. Wî jî li Stenbolê çavên xwe li jiyanê girt, lê li ser wesiyeta wî wê li Qamişloyê bê definkirin. 
 
Dr. Ciwan Heqî (Batû) ji Şirnexê ye, zanîngeha tibê li Bûlgaristanê qedandiye. Piştre derbasî Swêdê bûye. Dr. Ciwan li gel doktoriya xwe bi karê nivîskariyê re jî mijûl bûye. Bi navê quncikê ”Şûjin” di Kurdistan Press, Berbang û kovara xwe ya Rojbaş de nivîsiye û ev nivîsên wî wek kitêb bi navê “Şûjin” hatiye çapkirin. Pirtûka wî ya duyemîn jî bi navê “Xeta Sor” hatiye çapkirin. Her wiha xwediyê  MediaKurd.com  û  serwext.com bû. Li Stockholmê jiyana xwe ji dest da û li wir wê bê veşartin.
 
Helbet her yek ji wan hêjaye bi serê xwe kitêb li ser wan bên nivîsandin, ev lehengên Kurdistanê di gel hemû astengî û bêderfetiyan mîraseke giranbuha ji milletê xwe re hiştin. Em minnetdarê ked û xebatên wan ên bêhempa ne û wê ew her di dilê welat û milletê xwe de bijîn."