Helbestvan Zozan Gulan: Em ê xwedî li ziman û çanda xwe derkevin

  • 09:14 27 Sibat 2020
  • Çand û Huner
Rojda Aydin
 
ŞIRNEX - Nivîskar û helbestvan Zozan Gulan anî ziman ku helbest êşa dilê mirovane û  wiha got: “Tunebûna zimanê kurdî tune bûna helbest û çandê ye. Divê em xwedî li ziman û çanda xwe derkevin û em bi kurdî binivîsin û bixwînin."
 
Nivîskar û Helbestvan Zozan Gulan a ku ji Çiyayê Qrejdaxê yê bi ser Çinara Amede ve ye diyar dike ku di jiyana wê de kêmasî û valahiyeke mezin hebûye û ew ji ber vê valahiyê ketiye lêgerîneke kûr. Zozan tîne ziman ku wê herî dawî valahiya dijî tespît kiriye, xwe di warê çand û ziman de pêşxistiye û ev valahiya xwe bi helbestên xwe tijî kiriye. Zozan, xwe bi peyva “Dema helbestan dinivîsim wek gula av bidin û têr dibim. Ji ber ku dema mirov bi zimanê xwe dinivîse mirov têr dibe."  Me bi Helbestvan Zozan Gulan re li ser zimanê kurdî û helbestan gotûbej çêkir.
 
*Çend sal in we dest bi nivîsandina helbestan kiriye û vê pêvajoyê çawa dest pê kir?
 
Ez nêzî 20 sal in helbestan dinivîsim. Piranî helbestên jinan ên di warê hêst û ramanên xwe de ne azad in û nikarin hestên xwe di nava civakê de bînin ziman.  Dema min nû dest bi nivîsandina helbestê kir min nedîhişt ku kes bixwîne. Min helbesta xwe ya yekem daqûltand. Dema ez dibêjim min daqûltan hevalên min dibêjin çawa te daqûltand. Di nava civakê de eyb bû ku jin pênûsê bidin destê xwe û destûr nedihat dayîn. Civakê mêr dixwast pêşiya jinê asteng bike û jinê biqedîne. Ji ber wê jî me jinan nikaribû di nav civakê de bi rehetî helbest binivîsanda. Dema min dest bi nivîsandina helbestê kir  ez hîna zarok dihatim hesibandin. Xişka min a mezin bi zorê hat zewicandin. Vê rewşê gelek bandorê li min kir. Ji ber wê min helbestên xwe li ser jinan nivîsîn. Her wiha dîsa min li ser keda jinê, şer, zext û zordariyên lê tên kirin nivîsî. Dema mirov dinivîse gelek tişt tên bira mirov û mirov wan tîne ziman. Lê ger ku em nenivîsin dê ev tişt di dilê me de bibîne. Tiştên ku di dilê min de bûn min bi nivîskî anîn ziman. Ez niha jî hîn dinivîsim.   
 
*We heta niha çend pirtûk nivîsîne, an hûn bi tenê helbestan dinivîsin ?
 
Heta niha pirtûkekê min a helbestan heye û hatiye çapkirin. Lê belê pirtûkên ku ez dixwazim çap bikim hene. Ez dixwazim çîroka jiyana xwişka xwe jî binivîsim. Ji bo vê jî min dest bi xebatê kiriye. Min heta niha bi tenê helbest nivîsîne û min bi kurdî nivîsîne.
 
*Ji bo te helbest tê çi wate yê?
 
Helbest êşa dilê mirov tîne ziman. Helbest qêrîn e. Helbest hem dengê civakê û hem dengê jinê ye. Jin di helbestan de herî zêde êş û kederên û daxwazên xwe tînin ziman.  Dema mirov bi zimanê xwe helbestan dinivîse mirov xwe tê de winda nake. Ji ber ku di wir de bi zimanê xwe dinivîsî. Divê mirov helbestan bi hêstên ku bandorê li ser mirov bike binivîse. Divê tu jin êşên di dilê xwe de negirin. Bi helbestan bila hestên xwe bînin ziman. Ji ber ku  helbest xwezayî ye.
 
*Nivîsandina helbestên ya bi zimanê xwe girîngiya wê çi ye?
 
Wekî ku tê zanîn jî li ser gelê me zilm û zordariyek mezin heye. Gelê me her demê hest, kêfxweşî û êşên xwe bi zimanê xwe anîne ziman. Lê îmkana ku bi rehetî bikaribin hînî nivsandina bi zimanê xwe bibin ji wan re nehatiye dayîn û gelek zahmetî kişandine.  Dema mirov helbestan bi zimanê xwe dinivîse mirov rehet dibe. Divê her kes bi zimanê xwe bijî.
 
*Girîngiya zimanê kurdî ji bo we çi ye?
 
Ziman jiyan û hebûna me ye. Lê dema mirov bala xwe dide dibîne ku dixwazin zimanê kurdî tune bikin. Zimanê kurdî li ser pişta dayikan heta vê rojê hatiye. Divê em jî xwedî lê derbikevin. Dema dayik û civak bi zarokên xwe re kurdî neaxivin dê ew ziman bê ji bîr kirin û tune bibe. Divê ev bar ne bi tenê li ser milên dayikan be, divê hemû kes berpirsyariya ziman bigire ser xwe.  Divê jiyana me timî bi kurdî be. Divê em bi zarokan re kurdî biaxivin û mafê wan ê bi zimanê xwe perwerde bibin bê dayîn. Ger ku zimanê kurdî tune bibe helbest jî dê tune bibe. Ji bo zimanê kurdî em berxwedana xwe berdewam dikin û ev berxwedana me dê mezintir bibe. Divê em xwedî li zimanê xwe derbikevin. Dema zimanê me li ser piyan be em jî li ser piyane. Ziman hebûna me ye. Tune bûna ziman tunebûna me gelan e.  
 
*Êrîşên li ser zimanê kurdî hûn çawa dinirxînin û bi van êrîşan dixwazin çi bi dest bixin?
 
Bi salane li dijî zimanê kurdî êrîş roj bi roj her ku diçe zêde bibin. Wekî ku Konfûçyus jî dibêje ‘dema tu bixwazî netewekî tune bikî divê tu di serî de ji zimanê wê dest pê bikî. Dema netew zimanê xwe winda bike wê hemû tiştên xwe jî winda bike’. Dema em siyasetê dikin em li ser parstina zimanê xwe disekinin. Bi salane berxwedana me ya ji bo zimanê kurdî berdewam dike û em ê berxwedana xwe berdewam bikin.    
 
*Li dijî êrîşên li ser zimanê kurdî divê mamoste, hezkiriyên ziman û civak çi bike?
 
Ji bo ziman di serî de yekîtî pêwîst e. Divê hemû saziyên me li ser ziman bisekinin. Zimanê kurdî zimanek gelek dewlemend e. Dema mirov lê dinêre her civak li gor herêma xwe diaxive. Bi salanin li dijî zimanê me êrîş heye,  lê tu carî ew bi ser neketin.  Her wiha dema mirov bala xwe dide gelek saziyên me yên ziman hatin girtin. Li hember van êrîşan jî divê li bajarên me saziyên ziman zêdetir bên vekirin. Divê em perwerdehiya zimanê kurdî li her derê bidin ku ji bo zimanê me zêdetir bêaxaftin. Tune bûna zimanê kurdî tunebûna me kurdan e.  Ji ber wê divê em li mal, kolan, kuçe û taxan bi zarokên xwe re kurdî biaxivin.
 
* Bi polîtîkayên asîmîlasyonê re li her mal, kolan û kûçeyan bi zarokan re tirkî tê axaftin. Hûn vî çawa dibînin?
 
Rast e, bi polîtîqayên asîmîlasyonê re dixwazin ku zimanê kurdî bidin jibîrkirin û ji ber wê jî li taxan kûçeyan bi zarokan re tirkî diaxivin. Ji aliyekê dinê ve jî siyasetmedarên me bi piranî daxuyaniyên xwe bi tirkî didin, dema axaftin tê kirin tirkî tê axaftin. Qaşo em kurd in.  Zarokên min berê peyvek jî tirkî nizanibûn. Dema dest bi dibistanê kirin, gav bi gav dest bi axaftina tirkî kirin. Lê ez bi wan re kurdî diaxivim.  Ji bo perwerdehiyek fermî a bi krudî divê têkoşîn bê dayîn. Zarokên me li dibistanên bi tirkî tên asîmîlekirin.  Ziman nasnameya me ye û em nasnameya xwe winda nekin.  
 
* Gotinên wê yên herî dawî li ser ziman û helbestê çi ne?
 
Ziman hebûna me ye û xwedî li ziman derbikevin. Tunebûna zimanê kurdî tune bûna helbest û çandê ye. Em xwedî zimanê kurdî derbikevin û helbestên xwe bi kurdî binivîsin. Ger zimanê kurdî winda bibe em êdî nikaribin helbest, wêje, çand û hûnera xwe bidin jiyîn.