'Ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê têkoşîneke hevpar hewce ye'

  • 09:10 27 Sibat 2020
  • Çand û Huner
Elmas Nayif - Vîyan Seîd
 
ŞENGAL - Jinên li Şengalê dijîn diyar kirin ku ji bo zarok bi zimanê dayikê perwerdê bibin divê dewleta Iraqê 2 pirtûkên bi kurdî ya ku ji hêla Saziya Perwerdeya Civaka Demokratîk a Êzîdxane ya Şengalê ve hatî amadekirin qebûl bike. Jinan, destnîşan kir ku ji bo zarok bi zimanê dayikê perwerde bibin divê têkoşîneke hevpar bê dayîn. 
 
Hemû civak û nasname li gor zîmanê xwe dayikê mezin dibin û dijîn. Di Ola Êzidiyê de hemû qewil û dûa bi kurdî bi zimanê dayikê tên kirin. Saziya Perwerdeya Civaka Demokratîk a Êzîdxane ya Şengalê daxwaz kirin ku 2 pirtûkên kurdî di perwerdeya Terbîya Iraqê dê bên qebûlkirin. Heke ew pîrtûk bên qebûlkirin zarokên Êzidî bi fermî dê hînê zimanê kurdî bibin û bi kurdî bên perwerdekirin. Derbarê mijarê de Naem Xwededa û Pakîze Celal nêrînên xwe anî ziman û gotin: "Ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê divê têkoşîneke hevpar bê dayîn."
 
'Divê em xwedî li zimanê xwe derkevin' 
 
Jina bi navê Naem Xwededa, diyar kir ku perwerdeya bi kurdî ya zarokan girîng e û wiha got: "Berî her tiştî hînbûna zimanê dayikê girîng e. Divê em ji zimanê xwe qut nebin û mijara parastina zimanê xwe her tim bînin ziman. Dema ku mirov li dewleteke biyanî bijî li vir dibêjin hûn divê ferî zimanê me bibin. Lê em dev ji zimanê xwe bernadin. Heke em xwedî li zimanê xwe dernekevin zimanê me dê ber bi tunebûnê ve biçe. Divê em zimanê xwe pêşbixin. Ji ber ku ziman axlaqe û ziman çand e."
 
'Ziman jiyan e'
 
Neam, li ser daxwaza Saziya Perwerdeya Civaka Demokratîk a Êzîdixanê ya Şengalê ya 2 pirtûkên kurdî sekinî û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Sazî dixwaze 2 pirtûkên kurdî ji hêla dewleta Iraqê ve bê qebûlkirin. Divê ev pirtûkên bi kurdî bên qebûlkirin. Ji bo perwerdeya zarokan girîng e. Her wiha divê her malbat bi zarokên xwe re bi kurdî biaxife û bi kurdî perwerde bike. Divê em xwedî li nasnameya xwe derkevin. Ziman jiyane û ziman nayê jibîrkirin."
 
'Zimanê dayikê çand û ehleqa civakê ye'
 
Pakîze Celal di nêrînê xwe de bal kişand perwerdeya zarokan û wiha got: "Ziman parçeyek me ye. Em duayên xwe bi zimanê xwe dikin. Jiyana me bi tevahî kurdî ye. Zimanê dayikê çand û ehlaqa cîvakê ye. Em jî hemwelatiye dewleta Iraqê ne û pêwistê li gorî hewcedariyên hemwelatiyên xwe tev bigere. Li gelek dewletan zarok bi zimanê xwe yê dayikê perwerde dibin. Lê mixabin dema mijar bibe kurdî her tişt qedexe dibe. Li bakurê Kurdistanê jî heman tişt heye. Em zarokên xwe dişînin dibistanê lê em dixwazin zarok bi zimanê dayika xwe bên perwerdekirin. Ji ber wê jî em dixwazin her du pirtûkên ku hatine amadekirin ji hêla dewleta Iraqê ve bên qebûlkirin. Ji bo pirtûk bên qebûlkirin ne tenê Saziya Perwerdeya Civaka Demokratîk a Êzîdxane ya Şengalê, divê bi hev re têbikoşin."