Saziya Dîcleyê wê 8’ê Adarê li herêma Botanê pêşwazî bike

  • 09:21 24 Sibat 2020
  • Çand û Huner
Medya Uren
 
AMED - Bi minasebeta 8’ê Adarê navenda çand û hunerê Dîcleyê amedekariyên xwe yên govend, muzîk û stranbêjiyê dan destpêkirin. Li ser xebatan Nazli Duman wiha got: “Coşa îsal pir cudaye ji ber ku îsal dê li herêma Botanê 8'ê Adarê bê pêşwazîkirin."
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) ji bo 8’ê Adarê dest bi xebatên xwe kirin. Ji ber sedema windabûna Gulistan Doku û zêdebûna êrîşên zayendî li Dêrsimê wê starta çalakiyan were dayîn. Di vê çarçavoyê de Saziya Çand û Hunerê ya Dîcle yê xebatên xwe dan destpêkirin. Sazî wê weke koma Ritma Sûrê, Koma Govenda Jinên Sûrê û li gel hûnermend Şîlan Dora  8’ê Adarê li herêma Botanê bin. Endama saziya Dîcleyê Nazli Duman got em ê bi mûzîk, govend û stranbêjiyê hola pêşandanê geş bikin.
 
Her sal ji bo 8’ê Adarê xebat didin meşandin
 
Dîcle, navenda çand û hunerê xebatên berfireh didin meşandin. Beşên weke wêne, erbane, gitar, saz, govend, dengbêjî û her weke din di nava xwe de digire ango li  qadan jî perwerde tê dayîn. Endamên wan zêdetir ji jinan pêktê. Her wiha bi taybet di qadên govendî û erbaneyê de ew cih digirin. Ji ber vê sedemê ji her tim di 8’ê Adarê de plansaziya saziyê çêdibe. Di çarçoveya çalakiyan de ew komên govend, erbanê û stranbêjan derdixin. Di 8’ê Adara 2020’an de ji ew ê bi du kom û stranbêjekî re li herêma Botanê Silopî û Batmanê beşdarî pîrozbahiyê bibin. Bi coş û kelecana Botanê hunermend xebatên xwe birêve dibin.
 
‘8’ê Adarê sembola berxwedana jina ye’
 
Nazli di destpêka axaftina xwe de qala roja jinan kir û wiha got: “8’ê Adarê li gorî min sembola berxwedana jinê ye. Ango ji bo nîşandan wê sembolê jin bi çand û hûnera xwe re azad derdikevin qadan. Azadiya hatiye sînordarkirin wê cardin bi berxwedanê were bi destxistin. Ev ji bi xwebûnê re pêkaneye. Divê em bi wan hestan qadan tejî bikin. 8’ê Adarê cil û berg, çand û hûner, ziman e. Ev ji xemla jinê ne. Wê îsal roja jinan bi coşek mezintir were pîroz kirin.”
 
‘Bila jin li qadan bin’
 
Nazli got em ji di ferqa girîngiya rojê de ne ango bi wan xemlan re em beşdarî pîrozbahiyan dibin.  Nazli wiha berdewam kir; “Di saziya me de jimara xebatkar û xwendevanên jir gelek in li gorî ya meran. Ev dewlemeniyek e ku bi taybet di 8’ê Adarê de her kom bi coş daxwaza beşdariyê dikin. Em ji her sal beşdarî pîrozbahiyên 8’ê Adarê dibin. Bi komên mûzîk, goven û stranbêjiyê re em li qadan dibin xemla 8’ê Adarê. Ev ji bo me hestek pîroze. Lewra îsal coşekî cuda bi mere heye ku em diçin kelha berxwedanê Botanê. Hemû endamên komên me bi wê kelecanê dixebitin. Ev xebatek watedare li gorî me. Ez hêvî dikim ji bo vê roja girîn hemû jin li qadan bin ango ji bo pişgiriya me a ji hevre bi hêztir bibe. Bi kombûn û girseyê re wê hêza me mezin bibe û em ê bikaribin çalakiyek bi watedar bikin. ez bang dikim ku hemû jin rabin ser piyan.”