Li Kobanê filîmê ji bo azadiyê bi dawî bû

  • 16:54 23 Sibat 2020
  • Çand û Huner
KOBANÊ - Endamên Komîteya Amedekar û jinên Kobanê nêrînên xwe yên derbarê  fîlîmê 'Ji bo Azadiyê' anîn ziman û wiha gotin: “Tiştê herî balkêş ê di filîm de girêdana şervanan bi axê ve ye. Me mereqa fîlîm dikir. Em kêfxweş in ku me temaşe kir.”
 
Komîna Fîlîm a Rojava di 20'ê Sibatê de dest bi pêşandana fîlîmê  xwe yê bi navê 'Ji bo Azadiyê' kir. Filîm derbarê berxwedana şerê li Sûra Amedê de hatibû amadekirin. Piştî sê rojan filîm li bajar û navçeyên Herêma Firatê bi temamî hat pêşkêşkirin. 
  
Jinên Kobanê û  Endamên Komîteya Amedekar di derbarê filîmê ”Ji bo Azadiyê” nêrînên xwe anîn ziman.
 
‘Filîm rihê şoreşgertiyê dida diyarkirin’
 
Jina bi navê Emîne Mistefa bal kişand ser berxwedana gel û şervanan û wiha got: “Ev demeke dirêj e komîna fîlîm a Rojava kar û xebat dide meşandin. Bi taybet şêniyên Kobanê meraq dikirin vê filîm tameşe bikin. Tiştê bala min kişand berxwedana şervanan û gelê Sûrê bû. Filîm rihê hevaltî û şoreşgertiyê dida diyarkirin.”
 
‘Min filîm meraq dikir’
 
Jina bi navê Fîdan Emo teqez kir ku dewleta tirk û komên girêdayî wê dixwazin gelan qir bikin û dawî li têkoşîna wan bîne û wiha got: “Li Kobanê dema kişandina filîmê dest pê kir, min bi xwe weke kesayet  meraq kir ku wê ev filîm çawa be? Tiştên ku ez li bendê bûm min bi çavên xwe dît ku çawa dewleta tirk êrîşî Sûra Amedê dike û dixwaze hemî mal û kolanan hilweşîne. Duh li Sûrê bû, îro jî dixwaze Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê talan bike.”
 
‘Ev şansek bû me li Kobanê filîm kişand’
 
Endama Komîteya Amedekar Diyar Hiso diyar kir ku ji bo wan şansek  mezin bû  filîm li Kobanê  were kişandin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Filîmê ji bo azadiyê di sala 2016'an de hat kişandin. Çîroka Kobanê û Sûrê nêzî hev in. Rast e gelek cih hatin rûxandin, lê li kêleka wê berxwedaneke bê hempa hat meşandin. Ev çar roj in em weke ekîba komîna fîilîm a Rojava li Kobanê filîm didin pêşandan. Gel filîm gelek eciband"