'Bila zarok bi nirxên xwe mezin bibin'

  • 09:02 23 Sibat 2020
  • Çand û Huner
Medya Uren
 
AMED - Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Hava Kiran û mamosteya MED-DER’ê Ayşe Gulay bi minasebeta 21'ê Sibatê banga parastina zimanê zikmakî kirin û gotin: "Divê zarok bi nirxen xwe mezin bibin, ciwan pêşengiya têkoşîna ziman bikin û jin jî xwedî li zimanê xwe derkevin."
 
Di sala 1999’an de Rêxistina Perwerdeya, Zanist û Çandê (UNESCO) ya Neteweyên Yekbûyî (UN) ji bo pêşî li ber windabûna zimanan bigire, 21’ê Sibatê wekî Roja Zimanê Zikmakî îlan kir. Di 21’ê Sibatê sala 1961’an de xwendekarên Bangladaşê li Hindistanê ji bo fermîkirina zimanê dayikê çalakiyek li dar xistin. Di çalakiyê de 11 û 12 kes hatin kuştin. Piştî bi salan ev roj rojek taybet hat îlankirin û bi bernameyên cuda hat pêşwazîkirin. Li Tirkiyeyê zimanên wekî kurdî, çerkezî, lazî, pomak, suryanî bi tevahî 18 ziman tê axaftin. Lê belê tenê tirkî tê esas girtin. Ji ber vê zimanên din jî bi êrîş û polîtîkayên bişaftinê re rûbirû dimînin. Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Havva Kiran û mamosteya zimanê kurdî ya Komelaya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED - DER) Ayşe Gulay der barê 21'ê Sibatê de nêrînên xwe anî ziman. 
 
'Zarok pêşeroj in'
 
Ayşê, da zanîn li dibistanan êrîşek taybet li hemberî ziman tê kirin û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Bi qedexeyan tenê li ser civakê tirkî tê ferzkirin. Ji ber ku gel ne di ferqê de ne lîstîkên ku tên kirin hêsan dibînin. Bi hinceta ku zarok bi lez adapteyê dibistanê bibin ew bi tirkî zarokên xwe re diaxivin. Lê ev rastiyeke ger zarok zimanê zikmakî fêrnebin wê bingehek lewaz di wan de çêbibe. Ew ê nikaribin zimanên din ji fêrbibin. Lewra zarok xwedî wê hêzene ku di temenê biçûk de nêzî 4 zimanan hîn bibin. Divê em di ferqa van lîstokan de ango di ferqa hêza zarokan de tevbigerin. Ji bo zarok pêşeroja civakê ne divê em wan bi nirxên xwe mezin bikin.”
 
‘Bila ciwan pêşegtiya têkoşîna ziman bikin’
 
Ayşê di axaftina xwe de got divê ciwan pêşengiya têkoşîna ziman bikin ku bi ser kevin û wiha dom kir: "Divê taybet ciwan li hemberî van yekan bertek nîşan bidin. Pêwîste em di qadên weke wêje, şanogerî, xwendin, nivîsandinê de xwe pêşve bibin. Bila bi pêşvebirina ziman re bibin pêşeng. Divê ciwan ji bo pêşeroja rastiya xwe û ji bo zimanê xwe bi qêrin. Ciwan dikarin di MED-DER’ê de waneyê bibinin û ew ji bibin mamosteyên zimanê kurdî ango li gund û bajaran pewerdê bidin. Ji bo pêşvebirin û jiyandina ziman ev gavên girîng in.”
 
‘Ziman nasnameya civakê ye’
 
Havva jî destnîşan kir ku heke civakek zimanê xwe winda bike, ew civakek li ber tunebûnê ve diçe û wiha dom kir: "Ziman nasnameya civakê ye û ya ku wê li ser piyan digire jî ziman e. Ji bo Gelê Kurd tune bikin her tim êrîşê nirxê wê û zimanê wê tê kirin. Divê em li hemberî vê yeke stratejiya têkoşîna xwe di pêşde bibin. Li hemberî van êrîşên nîjadperest me bi hezaran sal in zimanê xwe parast ji ber ku zimanekî bi kok e. Niha barek girantir dikeve li ser mile me ji ber ku êrîşên taybet tên meşandin."
 
‘Zarokan ji zimanê wan mehrûm nekin’
 
Havva diyar kir ku dayik êdî ji ber polîtîkayên taybet yên zarokên xwe ji zimanê dayikê mehrûm dikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dema zarokatiyê de zimane dayikê hîn nebin dê her tim di jiyanê de kêmasiyan bijîn. Di ziman de herî zêde dayik bi bandor in û divê zarokên xwe hişyar bikin, nehelin ku zarokên wan li ber wan polîtîkayên nijadperestan têk biçin. Pêwist e her dayik çand û dîroka xwe li ser nifşa nû zindî bike."