‘Çand û ziman xerca civakê ye’

  • 09:03 21 Sibat 2020
  • Çand û Huner
Medya Uren 
 
AMED - Mamosteya pêşdibistanê Ozlem  Adiguzel û Denbêj Xalîde Demîrkapi, bal kişandin ser rêbazên bişaftinê ya li hemberî ziman û çanda kurdî û gotin: "Ji salên 1923’yan heta niha zimanê kurdî nebûye zimanê fermî yê perwerdeyê. Yên ku li pey vê dozê geriyane jî wekî Musa Enter hatin qetilkirin. Îro em dikarin bibin yek û ziman û çanda xwe biparêzin."
 
Axa Mezopotamyayê li gel dewlemendiya xwezayî, xwedî dewlemendiya zimanan e jî. Lê her tim ew bi êrîşan re rûbirû dimîne. Ligel hemû êrîşan kurd heta roja me ya îro ziman û çanda xwe parastin. Niha jî li hemberî ziman û çandê êrîşên taybet ên asîmlasyon û otosansurê tên meşandin. Li gel ku ew ne zimanê fermiyê parastin û pêşvebirina ji bo çand û ziman gelek komele hatin vekirin, lê temenê tu komeleyan dem dirêj nebûn. Her tim ew hatin girtin û xebatkarên wê ji bi êrîşan re rûbirû man. Derbarê mijarê de mamosteya pêşdibistanê Ozlem Adiguzel û dengbêja bi navê Xalîde Demîrkapi ji ajansa me nêrînên xwe parve kirin.
 
‘Civaka bêçand û bêziman mehkumê hilweşînê ye’
 
Endama Navenda Çanda Mezopotamyayê ya Stenbolê dengbêj Xalîde bal kişand ser êrîşên li hemberî ziman û çandê wiha dest bi axaftina xwe kir: "Divê her kurdek li hember qirkirina ziman û çandê têbikoşe. Çand û ziman xerca civakê ye ango civakek ziman û çanda wê winda bibe, ew mehkumê hilweşînê ye. Ji bo tekoşîna li hember qirkirinê ji divê em demborî û girîngiya ziman baş bizanibin. Tê zanîn ku di vî mijarî de wêje xwedî rolek girîng e. Her wiha wêjeya kurdî ji dengbêjiyê tê. Ango dîroka  kurd bi saya dengbêjî, serpêhatî û bizargotinan xwe gihandiye heya roja îro. Divê em çanda dengbêjiyê bidin berdewam kirin ku li vir barek girîng dikeve li ser milê jin û ciwanan."
 
‘Tiştek ji destê te neye herî kêm bi kurdî bijîn’
 
Xalîde di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku dema ziman bê tunekirini civak jî tune dibe û wiha axivî: "Axa kurdan hertim rastî êrîşên hovane hatiye, her dershilatdar xwestiye bişaftinê pêkbîne. Ji ber vê yekê yekem car êrîşê çand û ziman dikin. Ew di wê zanabûnê de ne ku ger çand û ziman were tunekirin wê civak ji tune bibe. Divê em ji bikevin ferqa hinek tiştan. Ger tiştek ji deste me neye ji divê herî kêm em bi kurdî bijîn."
 
Xalîdeyê got ez ji weke kurdekî bi dengbêjiyê têkoşîna xwe didim û wiha bi dawî kir axaftina xwe: "Divê her kurdek tişta dikeve ser mile wan pêkbîne, li dijî wê zaravayên kurdî li ber man û ne manê ne. Di heman demê de qeyûm û tecrîta tê meşadin ji yek ji van êrîşan e.”
 
‘Yên xizmeta ziman dikirin hatin qetilkirin’
 
Mamosteya pêşdibistanê Ozlem, li ser êrîş û asîmîlasyonê sekinî û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Di bingeha avakirina dewletan de nîjadperestî û netewperestî heye. Ev hişmendî qetilkina kurdan dike armanc. Ger ku li vî welatî yek ol, yek nîjad û yek ziman heye. Tê wê wateyê ku kurd û kurdî tune ye. Ji salên 1923’yan heta niha zimanê kurdî nebûye zimanê fermî yê perwerdeyê. Yên ku li pey vê dozê geriyane, weke  Musa Enter jî hatin qetilkirin. Li ser vî axê tu neçarî ku bi tirkî bijî û wekî din tu mafên te tune ye. Cilên kurdewarî û zimanê kurdî bi her awayî hatibû qedexekirin. Kesên diaxivî û xizmetê ji bo vê dikin yekser dihatin kuştin. Di salên 90’an de ev êrîş gihaşt astek din. Li Kurdistanê dibistanên dewletê hatin vekirin, êdî bişaftin û otosansor ket meriyete.”
 
‘Di dibistanan de çand û ziman tê bişaftin’
 
Ozlem diyar kir ku polîtîkayên li dibistanê tên meşandin polîtîkayên bişaftinê ne û wiha berdewam kir: “Dibistan anîn herêma Kurdistanê. Ji derve weke perwerdeyeke ya zanistî xuya dike. Lê di bine vê de polîtîkayên asîmlasyonê  razayîne. Di eslê xwe de ew ê çawa zûtir bişaftinê bikin van riyan dibijêrin. Ev êdî enjekteyê di nava malê de ji kirin. Ji bo zarok zû adapteye dibistanê bibin hîna di malê de wan fêrî tirkî dikin. Li vir tişta dewlet bike kir û êdî me barê bişaftinê girt ser milê xwe. Em xwe asîmle dikin. Di nava me de parçebûnek mezin heye ku em ber bi sedsala 21’emîn ve diçin û hîna em ne bûne yek netew. Di her malê de divê em stratejiyek girîng pêşbixin. Ji xwe em direng mane jî.”
 
‘Wê serkeftin serketina me be’
 
Ozlem got hikûmet ji hebûn navê kurdan ji aciz dibe, tehemûlê nake û wiha berdewam kir: “Îro bi rihê Rojavayê me dît ku gladyatoran bi destê DAÎŞ’ê ji xwe re tetîkçiyek ava kirin û êrîşê kurdan kirin. Dizanin ku di Rojhilata Navîn de kurdan têk bibin yê hemû kesan têk bibin. Me dît ku li her çar parçeyên Kurdistanê li Rojavayê bûn yek parî. Ew jî hêza kurd û Kurdistanê nîşan dide. Îro divê qet neyê nirxandin, bi kongreya netewî em ê vê hişmendiyê pêk bînin. Ji bo sed sala 21’ê  hewcedarî nîne ku em her roj ber gîrhê xwe bikevin, em bêjin em hatin qetîlkirin, em hatin kuştin, em sirgun bûn. Heke em nebin yek wê êrîşan dê her tim bidome. Ji ber vê sedemê divê partî û kes berjewendiyên xwe ne fikirin. Divê berjewendiyên netewî di pêş de bin. Ji bo berjewendî û aştiya hemû gelan pêk were pêwîstiya me bi yekbûnê heye. Wê tim serkeftin serkeftina me be.”