Dê di Roja Çîrokan a Cîhanê de Komeleya Wêjekarên Kurd vebe

  • 12:44 13 Sibat 2020
  • Çand û Huner
AMED - Dê sibehê li Amedê Komeleya Wêjekarên Kurd bê vekirin.
 
Dê di 14'ê Sibatê Roja Çîrokan a Cîhanê de li Kuçeya 251'ê ya Vîlayên Dîclekentê ya Peyasa Amedê saet di 18.00'an de Komeleya Wêjekarên Kurd bê vekirin. Dê gelek nivîskar, helbestkar, sazî û dezgeh beşdarî vekirina Komeleya Wêjekarên Kurd bibe. Di destpêka bernameyê de ew ê axaftin bên kirin. Piştre ew ê helbest bê xwendin. Piştî helbestan jî ew ê gotubêj li ser Roja Çîrokan a Cîhanê bê kirin û herî dawî ew ê bi kilamên dengbêjan dawî li bernameya vekirinê bê anîn.