Dê di Roja Çîrokan a Cîhanê de Komeleya Wêjekarên Kurd vebe 2020-02-13 12:44:32   AMED - Dê sibehê li Amedê Komeleya Wêjekarên Kurd bê vekirin.   Dê di 14'ê Sibatê Roja Çîrokan a Cîhanê de li Kuçeya 251'ê ya Vîlayên Dîclekentê ya Peyasa Amedê saet di 18.00'an de Komeleya Wêjekarên Kurd bê vekirin. Dê gelek nivîskar, helbestkar, sazî û dezgeh beşdarî vekirina Komeleya Wêjekarên Kurd bibe. Di destpêka bernameyê de ew ê axaftin bên kirin. Piştre ew ê helbest bê xwendin. Piştî helbestan jî ew ê gotubêj li ser Roja Çîrokan a Cîhanê bê kirin û herî dawî ew ê bi kilamên dengbêjan dawî li bernameya vekirinê bê anîn.