Li Şehbayê 4'emîn Mîhrîcana Mîtan berdewam e

  • 17:19 3 Sibat 2020
  • Çand û Huner
ŞEHBA - 4'emîn mîhrîcana Mîtan a ku bi dirûşma "Em jiyanê diçînin" li şanogeha navçeya Ehdas di roja 9'emîn de berdewam dike.
 
4'emîn mîhrîcana Mîtan a ku bi pêşengtiya Tevgera Kevana Zêrîn û Çand û Huner a Efrînê hatiye li dar xistin, di roja 9'an de li şanogeha çiyayê Kurmênc a li navçeya Ehdas didome. Bi tevlîbûna sazî û dezgehên girêdayî Rêveberiya Xweser, Yekîtita jinên ciwan û xwendekarên dibistanan dewam dike.
 
Îro şanoya mayina gelê Efrînê, li Efrînê û şanoya bi navê "Tenê henek bû" ji aliyê Tevgera Çand û Huner a Efrînê ve hat pêşkêşkirin. 
 
Mîhrîcan dewam dike.