Li Şehbayê 4'emîn Mîhrîcana Mîtan berdewam e 2020-02-03 17:19:41   ŞEHBA - 4'emîn mîhrîcana Mîtan a ku bi dirûşma "Em jiyanê diçînin" li şanogeha navçeya Ehdas di roja 9'emîn de berdewam dike.   4'emîn mîhrîcana Mîtan a ku bi pêşengtiya Tevgera Kevana Zêrîn û Çand û Huner a Efrînê hatiye li dar xistin, di roja 9'an de li şanogeha çiyayê Kurmênc a li navçeya Ehdas didome. Bi tevlîbûna sazî û dezgehên girêdayî Rêveberiya Xweser, Yekîtita jinên ciwan û xwendekarên dibistanan dewam dike.   Îro şanoya mayina gelê Efrînê, li Efrînê û şanoya bi navê "Tenê henek bû" ji aliyê Tevgera Çand û Huner a Efrînê ve hat pêşkêşkirin.    Mîhrîcan dewam dike.