16'emîn Hejmara Jîneolojiyê derket

  • 14:03 24 Çile 2020
  • Çand û Huner
AMED - 16'emîn Hejmara Jîneolojiyê bi serenavê "Aboriya Komunal û Demokratîk" derket
 
16'emîn Hejmara Jîneolojiyê bi serenavê "Aboriya Komunal û Demokratîk" derket. Kovara Jînolojiyê ya ku ji 3 mehan carekê tê çapkirin her carê bi mijarek nû derdikeve pêşberî xwîneran. Di hejmara din a Jîneolojiyê de mijara "Demografyayê" derketibû pêş. Niha jî Kovara Jînolojiyê bi pirsa "Di avakirina alternatîf a Modernîteya Kapîtalîst de aboriyeke din pêkan e?" derket pêşberî xwîneran. 
 
Di Kovara Jînolojiyê de xwedî li keda jinê hatiye derketin.