Cevahîr Sadak: Em siyaseta xwe bi Kurdî bikin, bi Kurdî biaxivin û bijîn

  • 09:16 15 Çile 2020
  • Çand û Huner
Medya Uren- Beritan Canozer
 
AMED - Tora Ziman û Çanda Kurdî di 11 û12’yê çile de komxebata ziman pêk anîn û piştî vê Cevahîr Sadak encam û girîngiya komxebatê nirxand û banga ‘Bila zimanê we yê siyasetê jî Kurdî be’ li siyasetmedaran kir û got Kurdî biaxivin, bifikrin û bijîn.
 
Tora Ziman û Çanda Kurdî di 11 û12’yê çile de bi armanca diyarkirina nexşerê li Sûr a Amedê li Otela Demîr komxebat pêk anî û 300 kes tevlî bûn. Rêveberiyeke ji 27 kesan pêk dihat, hat avakirin û navê wê wek Tora Ziman û Çanda Kurdî hat guhertin. Cevahîr Sadak ya di rêveberiyê de cih digire der barê xebatên xwe de nêrînên xwe anî ziman.
 
‘Polîtîkayeke asîmîlasyonê tê meşandin’
 
Cevahîrê diyar kir ku zextên li ser ziman di demên dawî de zêde bûne û got: “Em bi dirûşemaya ‘dikarin çi bikin’ derketin rê. Ziman û çand civakê temsîl dike. Polîtîkayên asîmîlasyonê bi awayekî sîstematîk didomin. Divê toreke piştevaniyê ya xurtir hebûna. Ji ber vê me komxebat pêk anî. Du rojan berdewam kir. Tevlîbûn gelek xurt bû. Li aliyê din jî roja ewil 12 heb maseyên tematîk hatibûn avakirin. Me pirsgirêk tespît kirin û pêşniyarên çareseriyê derketin holê. Roja duyemîn rûniştineke ku mafê gotinê ya hemû kesî hebû, pêk hat. Rêveberiya me hat hilbijartin û ji 27 kesî pêk tê.”
 
‘Bi sedan dildar hene’
 
Cevahîrê got pirsgirêka çand û zimanê Kurd ne tenê pirsgirêka hunermend û nivîskarên Kurd e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Pirsgirêka hemû gelê Kurd, hemû siyasetmedarên Kurd e. Divê em hemû xwedî li pêşniyarên çareseriyê derkevin. Divê her kes berpirsyariya xwe bîne cih. Di civînê de gelek nîşe û nivîs hatin ber me û gotin em peywira xwe tînin cih. Ev ji bo me gelek girîng e. Bi sedan hevalên me yên dilar hene.”
 
‘Divê zimanê siyasetê Kurdî be’
 
Cevahîrê bi lêv kir ku wê ji bo torê malpera înternet û hesabên çapemeniya civakî vebikin û wiha berdewam kir: “Ji bo biryar bên bicih anîn em ê demildest gav biavêjin. Ji bo xurtkirina tora me dikarin tevlî bibin. Deriyê me ji her kesî re vekiriye. Bi taybet siyasetmedar divê rola xwe bînin cih. Divê zimanê siyasetê bibe Kurdî. Divê ciwan jî xwedî li çand û zimanê xwe derkevin. Em Kurdî, biaxivin, bijîn û bifikirin. Divê dayik, bav, kal û pîr di vê mijarê de ji ciwanan re bibin pêşeng.”