'Roboskê birîn û di heman demê de qêrîna têkoşîna Gelê Kurd e'

  • 09:06 15 Çile 2020
  • Çand û Huner
AMED - Di salvegera Komkujiya Roboskê de pirtûka helbestê ya bi navê 'Robozik' hat çapkirin. Tevî 6 jinên helbestkar bi tevahî helbestên 20 helbestkarî di nava pirtûka bi navê 'Robozik' de cihê xwe digirin. Jinên ku helbestên wan ên li ser Roboskê di pirtûka bi navê Robozik de cihê xwe digirin wiha gotin:"Roboskê birîn û di heman demê de qêrîna têkoşîna Gelê Kurd e."
 
Di 28'ê Kanûna 2011'an de balafirên dewleta tirk Gundê Roboskê bombebaran kiribûn. Di encama bombebaranê de 34 gundiyên Roboskê ku bi piranî zarok bûn hatin qetilkirin. Li pey wê re kesên fermana komkujiyê dane û kesên komkujî pêk anîne nehatin cezakirin. Di salvegera 8'emîn ya komkujiyê de bi amadekirina Mehmet Saît Arzû pirtûka helbestan a bi navê “Robozik” hat çapkirin. 
 
'Dîsa êşên giran bûbû para zarokên Rojê'
 
Di destpêka pirtûkê de wiha qala mijara pirtûkê tê kirin; “Weke hûn jî dizanin welatê me gelek êş û elem kişandiye. Cih nemaye ku Kurd lê nehatine kuştin û qetilkirin. Li hember hemû zilm û zorê têkoşînê jî bê navber berdewam kiriye. Pê re şahiyên me jî li gor jiyana me rengîn bûne. Bi jiyan û têkoşîna pîr û dapîrên me, bi taybetmendiyê xaka me ya qedîm çandeke pir dewlemend derketiye holê. Lazime em xwedîtiyê li vê çanda giranbiha bikin, mafê wê bidin û tiştekî li ser zêde bikin an jî bêyî ku xera bikin bigihînin zarok û neviyên xwe. Ji bo her dem bi me re bijîn, wenda nebe, divê êş û şahiyên me, lehengên me jî, rojên me yên taybet û her cure çanda me qet bê xwedî neyê hiştin. Ev xebat jî ji van rastiyan welidî…
 
‘Ev çend car bû êdî nedihat jimartin
 
Dîsa êşên giran bûbû para zarokên Rojê
 
Vê neqlê jî ji hovîtiya xwe nema bûn
 
Û hevdeh cot li dû hevdu rêz kiribûn’
 
Jinên ku helbestên wan ên li ser Roboskê di pirtûka bi navê Robozik de cihê xwe digirin hestên xwe anîn ziman. 
 
‘Em ê Robozik nedin jibîrkirin’
 
Rojnameger û Helbestkar Roza Metîna yek ji jinên ku di nava xebata ji bo çapkirina Robozik de cih girtiye. Rozayê di despêka axaftina xwe de diyar kir ku helbest teşiyek ji vegotina hestên mirovan e û wiha got; “Min bi riya helbestan hestên xwe ên xembar vegotin. Ev çanda helbestê ji dîroka kevnar ve li gel me heye. Kurdan xem, şahî, têkoşîn û serhildanên xwe bi vê riyê rave kirine. Stran, helbest û çîrok bûne dîrokek a xaka kurdan. Gelê Kurd êş, serhildan û komkujiyên xwe vegotiye. Ji bo zilm û zordestiya li me hatiye kirin neyê jibîrkirin û ji bo nifşê nû re were ragihandinê divê em binivîsin. Nivîsên ku êş, têkoşîn, rûmet û berxwedana me vedibêjin divê her hebin. Ez jî bi vî hestî tev geriyam û min di vê komxebatê de cîh girt. Em ê Robozik nedin jibîrkirin.”
 
‘Divê em xebatên wiha bidin berdewamkirin’
 
Rozayê di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku divê bêhtir xebatên bi vî rengî pêk werin. Rozayê wiha berdewam kir; “Ji ber ku ger em nenivîsin wê tim tiştek ji jiyana me kêm bimîne. Divê hemû komkujiyên heta niha li ser kurdan qewimîne werin nivîsîn. Divê tenê bi nivîsê jî nemîne. Li gel vê xebatên cuda werin kirin ew ê baştir be. Ya ku rihê me zindî dihêle ev xebatan e. Di heman demê de ev jî rêbazek a serhildanê ye. Serhildan bê van xebatan wê tim kêm û sêwî bimîne.”
 
'Ma wijdan hebû nelerize, neyê rehmê'
 
Fatma Taşli Tunç di destpêka axaftina xwe de wiha bal kişand ser Roboskê û bandora afirandiye; “Gotin û ziman têr nake ku em çîrokên xwe bibêjin. Xaka me komkujiyên mezin dît û Robozik jî yek ji wan e. Bi bombebaranê re xebera hate bihîstin kirasê şînê li kurdan kir. Ma wijdan hebû ku wê demê nelerize û neyê rehmê. Canê me yê parçebûyî li ser berfa spî bû. Dema min biryar da ku Robozik binivîsim  kel kela dilê min bû û hêsirên min diherikîn. Tenê Kurd êşa kurdan dizane û ne pêkan e her peyv êşa me bikaribe rave bike. Em ê her êşa xwe û têkoşîna xwe di helbestên xwe de bi cih bikin. Roboskê birîn û di heman demê de qêrîna têkoşîna Gelê Kurd e."
 
‘Divê zimanek din ê vê êşê hebe’
 
Fatmayê anî ziman ku ew di salvegara 8'emîn a komkujiyê de çûye Robozikê. Piştî wê dayikên şehîdan û çîroka wan seh kir, bêhtir dilêş bû. Fatmayê di qalkirina salvegerê de pir hestiyar bû û wiha got; "Divê zimanek ê vê êşê hebe. Divê tiştekî cuda vê yekê vebêje. Şîn û şahiyên kurdan wek hev in. Hemû kurdan êş kişandine. Gelê Kurd her bi stran û helbestan hestên xwe vegotiye. Min jî xwest bi rêya helbestan hestên xwe azad bikim. "
 
'Pênûs bû zimanê êşê'
 
Yek ji jina ku helbesta wê ya derbarê Roboskê de di nava pirtûka Robozik de cihê xwe digire Sevgul Şaşmaz e. Sevgulê di destpêka axaftina xwe de xembariya xwe a ji bo Komkujiya Roboskê anî ziman û got wê pênûs kiriye zimanê xem û serhildana xwe. Sevgulê wiha berdewam kir; "Di pêvajoya bûyerê de jan bê ziman dima. Tenê pênûs dibû alîkarê vegotinê. Min wê demê hestên xwe bi helbestê honand. Ev 8 sal derbas bû lê ew êşa Roboskê hîna germahiya xwe diparêze. Di her salvegerê de bi helbestan ez 34 kesên di Roboskê de hatine qetilkirin bi bîr tînim. Em ê her binivîsin. Helebçe, Robozik, Şengal û bi sedan komkujî bi serê kurdan de hatine. Em ê van binivîsin û ji bo têkoşîna me bidome pênûsa xwe xurtir bikin."
 
Sevgulê herî dawî şanaziya xwe a tevilbûna vê komxebatê anî ziman û  got ew tên qetilkirin lê bê ziman nabin.
 
'Wê rastî di taritiyê de nemîne'
 
Rojnameger û Wênesaz Medya Uren a ku wênebergê pirtûka Robozikê amade kiriye hestên xwe wiha vegot; "Em kurd tev heman qederê parve dikin. Di her komkujiyê de em dubare tên qetilkirin. Bedenên me bûne hedefên gule, êş û xeman. Rêyên tengbûyî mirinên bê wext bûne qedera xaka Mezopotamyayê. Her kêlîya xaka Kurdistanê di bin xwe de termê bi hezaran zarokan veşartiye. Divê wênesaz, nivîskar û rojnamevan jî bibin zimanê van qetlîaman. Divê em vebêjin. Wê rastî di taritiyê de nemîne. Em ê xêz bikin û binivîsin. Em ê têkoşîn û êşa gelê kurd bi hev re binivîsin û xêz bikin."