Komxebata Tora Ziman: Ji bo zimanê kurdî serferberî

  • 12:57 13 Çile 2020
  • Çand û Huner
AMED - Tora Ziman û Çandan piştî komcivînê encamnameya xwe aşkera kir û gotin: "Em wek Tora Ziman û Çanda Kurdî bang li hemû partiyên siyasî dikin ku zimanê xwe yê siyasetê veguherînin kurdî û li hemberî polîtîkayên bişaftinê, xebatên xwe bi zimanê kurdî bikin."
 
Di 22 û 23'yê mijdara 2019'an da komxebata Tora Ziman û Çandan hatibû lidarxistin û li ser mijarên ziman û çandî, danûstandin û nîqaş hatibûn kirin. Ji aliyê 45 kesan ve bangewaziya pêkanîna komcivînêke berfireh hatibû kirin. Tora ziman û çandan bi armanca nexşerêya xwe diyar bike li Amedê 1'emîn komxebata li dar xist. Komxebat 2 rojan dom kir. Nîvîskar akademîsyen, hîndekar, weşanger, karsaz, saziyên jin, zarok û çandê tevlî komxebatê bûn. Îro encamnameya komxebatê hat aşkerakirin. Encamname ji hêla endamê Lijneya Torê Baver Berşev ve hat xwendin. 
 
‘Li hember bişaftinê bibin yek’
 
Di encamnameyê de qala polîtîkayên bişaftina sîstematîk hat kirin û wiha hat gotin: "Ev polîtîkayên heyî xetereyên li ser ziman û çanda kurdî zêdetir kirine. Ji bo têkbirina van polîtîkayan çi wek sazî çi jî wek kes gelek hewldan tên dayîn û kar û xebat tên kirin, lê ji bo guhertina vê rewşê pêdivî zêdetir bi hevgirtineka xurt û helwesteka zelal û bernameyeka karîger heye. Bi vê boneye di komcivînê de mijarên wek mafên zimanî, pêwendîya ziman, nasnameya neteweyî, avakirina rê, rêzikên xebatên sivîl, arîşeyên navxweyî, derveyî yên ziman, çanda kurdî, astengiyên bingehîn ên li ber ziman, çanda kurdî, rênexşe, statû û rêzikên xebata torê bi berfirehî hatin nîqaşkirin.”
 
‘Divê her sazî ji bo berfirehkirina torê hewil bide’
 
Di encamnameyê de qala komxebatê wiha hat kirin: "Di komcivînê de 12 maseyên weke maseyên weşangeran, çandê, nivîskar, hunerê, ziman, perwerde, odeyên pîşeyî, saziyên hiqûq û mafan, karsaz, ragihandin, akademîsyen û Sosyo-Lengûîstîkê, saziyên jinan û maseyên saziyên Zarokan hatin avakirin. Di maseyên tematîk da mijarên spesîfîk hatin dîyarkirin û li ser mijarên sereke nîqaş hatin kirin û rapor hatin amadekirin. Di raporên maseyan da tesbîtên girîng hatin dîyarkirin û pêşniyazên çareserkirina kêşeyên ziman û çanda kurdî hatin pêşkêşkirin. Her mase dê xebatên xwe bi awayekî spesîfîk bidomîne û tesbît û pêşniyazên ku derketin holê di pratîkê de pêk bîne û ji bo berfirehkirina Tora Ziman û Çanda Kurdî hewl bide.”
 
'Bi rêbazên demokratîk navê torê hat guhertin’
 
Di encamnameya komxebetê de li ser girîngiya torê hat rawestandin û wiha hat diyar kirin: "Di komcivîna 2 rojan da bi daxwaza beşdaran navê torê bi rêbazeka demokratîk hate guhertin û wek Tora Ziman û Çanda Kurdî hate diyarkirin. Her çend tor, parastin û geşkirina ziman û çanda kurdî ji xwe re kiribe armanc jî, hemû ziman û çandên Kurdistanê yên ku rastî polîtîkayên bişaftinê tên jî, dikarin di nav torê de cih bigirin û xebatên xwe bidomînin û hêzê bidin torê. Dîsa li ser statûya torê û logoya torê nîqaş û pêşniyaz hatin kirin û rêveberî û sekreteryaya torê hat berfirehkirin. Derbarê diyarkirina logoya torê de amadekarî dê bên kirin û encamên wan dê bi raya giştî ra bên parvekirin. Tor ji xwe ra kiriye armanc ku xwe bigihîne hemû aliyên cuda cuda û lewma jî Tora Ziman û Çanda Kurdî ji beşdarên nû ra vekiriye.”
 
'Panel, sempozyûm, komxebat bên lidarxistin'
 
Di encamnameyê de hat destnîşan kirin ku ji bo pêşxistin û parastina ziman û çanda kurdî, divê sala 2020'î bibe sala Baba Tahirê Hemedanî û wiha hat berdewam kirin: “Divê ji bo seferberiya kurdî gavên şênber bên avêtin. Ji bo vê yekê jî, biryara pêkanîna konferans, panel, sempozyûm, komxebat û komcivînên li ser ziman û çanda kurdî û piştgiriya sazî û dezgehên ku xebatan ji bo ziman û çanda kurdî dikin hate girtin. Di vê çarçoveyê da bi taybetî di 8'ê Adarê, 21'ê Adarê roja Newrozê û 21'ê Sibatê, 15'ê Gulan û rojên taybet da biryara pêkanîna xebatên curbicur hate girtin.”
 
Ji bo tevahî sazî û gel bengewazî!
 
Di encamnameyea komxebatê de bang li hemû sazî û dezgehan hat kirin û wiha hat gotin: "Em wek Tora Ziman û Çanda Kurdî bang li hemû partiyên siyasî dikin ku zimanê xwe yê siyasetê veguherînin kurdî û li hemberî polîtîkayên bişaftinê, xebatên xwe bi zimanê kurdî bikin û piştgiriya hewldana parastin û geşkirina ziman û çanda kurdî bikin. Her wekî din, em bang li gelê xwe dikin, da ku li zimanê xwe xwedî derkevin û hêz bidin hewldana parastin û geşkirina zimanê kurdî.”
 
Di dawiyê de jî wiha hat gotin: "Di dawiya daxuyaniyê de hat ragihandin ku bi qasî 300 beşdarvanên torê hebû ne ku ev ji bo xebatên wan şanaziyeke mezin e. Bi sipasî kirina hemû beşdarvanan re hat gotin ku ew ê ji niha şûnde ji bo û kêşeyên ziman û çanda kurdî rêyên çareseriyê hevpar peyda bikin.”