Mîhrîcana Fîlmên Kurd a Hambûrgê bi dawî bû

  • 12:40 7 Mijdar 2019
  • Çand û Huner
NAVENDA NÛÇEYAN - Mîhrîcana Fîlmên Kurd a Hambûrgê ku li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê pêk hat duh bi dawî bû. 
 
Mîhrîcana Fîlmên Kurd a Hambûrgê ku li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê pêk hat duh bi dawî bû. Di mîhrîcana ku di 30'ê Cotmehê de hat destpêkirin de gelek fîlm hatibûn nîşandan.
 
Di Mîhrîcanê de 34 fîlmên dirêj û kurt û dokûmanterên derhênerên ji çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat di nava hefteyekê de hatin nîşandan.
 
Her wiha galaya Elmanyayê ya fîlmê "Sister in arms" ê li ser têkoşîna jinan a li Rojava û promiyera cîhanê ya fîlmê "Berfîn" ê li çiyayên Kurdistanê hate amadekirin li Mîhrîcana Fîlmên Kurd a Hambûrgê hatin kirin. Di mîhrîcanana  ku îsal cara 10'an pêk hat de rewşa Sînemaya Kurd bi çar panelan hate nirxandin.
 
Gelek derhêner û lîstikvanên naskirî û xwedî xelat tevlî mîhrîcanê bûn.