Mîhrîcana Fîlmên Kurd a Hambûrgê bi dawî bû 2019-11-07 12:40:26   NAVENDA NÛÇEYAN - Mîhrîcana Fîlmên Kurd a Hambûrgê ku li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê pêk hat duh bi dawî bû.    Mîhrîcana Fîlmên Kurd a Hambûrgê ku li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê pêk hat duh bi dawî bû. Di mîhrîcana ku di 30'ê Cotmehê de hat destpêkirin de gelek fîlm hatibûn nîşandan.   Di Mîhrîcanê de 34 fîlmên dirêj û kurt û dokûmanterên derhênerên ji çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat di nava hefteyekê de hatin nîşandan.   Her wiha galaya Elmanyayê ya fîlmê "Sister in arms" ê li ser têkoşîna jinan a li Rojava û promiyera cîhanê ya fîlmê "Berfîn" ê li çiyayên Kurdistanê hate amadekirin li Mîhrîcana Fîlmên Kurd a Hambûrgê hatin kirin. Di mîhrîcanana  ku îsal cara 10'an pêk hat de rewşa Sînemaya Kurd bi çar panelan hate nirxandin.   Gelek derhêner û lîstikvanên naskirî û xwedî xelat tevlî mîhrîcanê bûn.