Li Nisêbînê 3 sal şûnde konsera gel pêk hat

  • 10:21 16 Îlon 2019
  • Çand û Huner
MÊRDÎN - Rojên çand û hunerê yên ku ji aliyê Şaredariya Nisêbînê hat lidarxistin bi dawî bû. Di roja dawî ya çalakiyê de Li Nisêbînê 3 sal şûnde konsera gel pêk hat.
 
Rojên çand û hunerê yên ku ji aliyê Şaredariya Nisêbînê hat lidarxistin bi dawî bû. Di roja dawî ya çalakiyê de Li Nisêbînê 3 sal şûnde konsera gel pêk hat. Gel eleqeyek mezin nîşanî çalakiyên rojên çand û hunerê dan. 
 
Di konsera do di saetên şev de pêk hat de di destpêkê de Hevserokên Şaredariya Nisêbînê Semire Nergiz û Ferhat Kut mafê axaftinê girtin. Hevserokan dan zanîn ku ew ê çalakiyên bi vî rengî bidomin. 
 
Gel demên bi coş derbas kir
 
Piştî axaftinan Koma Avesta, Mehmet Atli, Deniz Esmer derketin ser dikê. Ji 7 salî heta 70 salî beşdarbûn çêbû. Gel demên bi coş derbas kir. Bi stranên hunermendan rojên çand û hunerê bi dawî bûn.