Li Nisêbînê 3 sal şûnde konsera gel pêk hat 2019-09-16 10:21:09   MÊRDÎN - Rojên çand û hunerê yên ku ji aliyê Şaredariya Nisêbînê hat lidarxistin bi dawî bû. Di roja dawî ya çalakiyê de Li Nisêbînê 3 sal şûnde konsera gel pêk hat.   Rojên çand û hunerê yên ku ji aliyê Şaredariya Nisêbînê hat lidarxistin bi dawî bû. Di roja dawî ya çalakiyê de Li Nisêbînê 3 sal şûnde konsera gel pêk hat. Gel eleqeyek mezin nîşanî çalakiyên rojên çand û hunerê dan.    Di konsera do di saetên şev de pêk hat de di destpêkê de Hevserokên Şaredariya Nisêbînê Semire Nergiz û Ferhat Kut mafê axaftinê girtin. Hevserokan dan zanîn ku ew ê çalakiyên bi vî rengî bidomin.    Gel demên bi coş derbas kir   Piştî axaftinan Koma Avesta, Mehmet Atli, Deniz Esmer derketin ser dikê. Ji 7 salî heta 70 salî beşdarbûn çêbû. Gel demên bi coş derbas kir. Bi stranên hunermendan rojên çand û hunerê bi dawî bûn.