Koma ‘Teatra Sariya Baran’ listika 'Jina bi tenê' pêşkêş kir

  • 10:36 15 Îlon 2019
  • Çand û Huner
QAMIŞLO - Koma Kevana Zêrîn ya Herêma Cizîrê li stika şanoyê ya bi navê 'Jina bi tenê' li navenda Çand û Hunerê  ya Mihemed Şêxo pêşkêş kir.
 
Koma Kevana Zêrîn ya bi navê‘Teatra Sariya Baran’ ya Herêma Cizîrê lî stika  bi navê 'Jina Bi Tenê' ya ku ji aliyê wêjekar û şanogerê Îtalî Dario Fo û hevjîna wî Franca Rane ve hate nivîsandin, li Navenda Çandê û Hunerê ya Mihemed Şêxo pêşkêş kir. Lîstik ji aliyê bi dehan şanoger û gelek kesî ve hat temaşekirin.
 
Lîstik ji aliyê 3 şanogeran ve hat pêşkêşkirin. Kesên ku lîstik pêşkêş kirin navê wan wiha ye:  Bera Hesen, Şevîn Xelîl û Zelal Mûsa.
 
Piştî ku lîstik bi dawî bû, nerîn, rexne û pêşinyarên temaşevanan hatin guhdarkirin.