Koma ‘Teatra Sariya Baran’ listika 'Jina bi tenê' pêşkêş kir 2019-09-15 10:36:40   QAMIŞLO - Koma Kevana Zêrîn ya Herêma Cizîrê li stika şanoyê ya bi navê 'Jina bi tenê' li navenda Çand û Hunerê  ya Mihemed Şêxo pêşkêş kir.   Koma Kevana Zêrîn ya bi navê‘Teatra Sariya Baran’ ya Herêma Cizîrê lî stika  bi navê 'Jina Bi Tenê' ya ku ji aliyê wêjekar û şanogerê Îtalî Dario Fo û hevjîna wî Franca Rane ve hate nivîsandin, li Navenda Çandê û Hunerê ya Mihemed Şêxo pêşkêş kir. Lîstik ji aliyê bi dehan şanoger û gelek kesî ve hat temaşekirin.   Lîstik ji aliyê 3 şanogeran ve hat pêşkêşkirin. Kesên ku lîstik pêşkêş kirin navê wan wiha ye:  Bera Hesen, Şevîn Xelîl û Zelal Mûsa.   Piştî ku lîstik bi dawî bû, nerîn, rexne û pêşinyarên temaşevanan hatin guhdarkirin.