Ji aliyê Şaredariya Nisêbînê ew ê rojên çand û hunerê bên lidarxistin

  • 14:21 7 Îlon 2019
  • Çand û Huner
MÊRDÎN - Dê Şaredariya Nisêbînê di çarçoveya rojên çand û hunerî de şano û konseran li dar bixe. 
 
Dê Şaredariya Nisêbînê di navbera 11-15'Îlonê de rojên çand û hunerê li dar bixe. Dê di çarçoveya rojên çand û hunerî de şano û konseran li dar bixe. 
 
Çalakiyên ku dê di çarçoveya bernameyê de bê lidarxistin wiha ye:
 
11'ê Îlonê: Dê li Navenda Çandê ya Mîtaniyê û Akarsuyê filmê Before Snowfall bê pêşandan.  (19.00)
 
12'ê Îlonê: Dê li Parka Cegerxwîn filmê Yilmaz Guney Derhêneraya wê kiriye yê bi navê Umut bê pêşandan. (19.00)
 
13'ê Îlonê: Dê filmê Strana Dayika Min li Navenda Jinê ya Duruca û Gulşilav bê pêşandan. (19.00)
 
Şano
 
14'ê Îlonê: Şanoya bi navê Tenê Ez ew ê li Navenda Çandê ya Mitanni bê pêşandan. (19.00)
 
Konser
 
15'ê Îlonê: Dê Deniz Esmer, Koma Awesta û Mehmet Atli li Navenda Çandê ya Mitanni derkevin ser dikê.(19.00)