Ji aliyê Şaredariya Nisêbînê ew ê rojên çand û hunerê bên lidarxistin 2019-09-07 14:21:03   MÊRDÎN - Dê Şaredariya Nisêbînê di çarçoveya rojên çand û hunerî de şano û konseran li dar bixe.    Dê Şaredariya Nisêbînê di navbera 11-15'Îlonê de rojên çand û hunerê li dar bixe. Dê di çarçoveya rojên çand û hunerî de şano û konseran li dar bixe.    Çalakiyên ku dê di çarçoveya bernameyê de bê lidarxistin wiha ye:   11'ê Îlonê: Dê li Navenda Çandê ya Mîtaniyê û Akarsuyê filmê Before Snowfall bê pêşandan.  (19.00)   12'ê Îlonê: Dê li Parka Cegerxwîn filmê Yilmaz Guney Derhêneraya wê kiriye yê bi navê Umut bê pêşandan. (19.00)   13'ê Îlonê: Dê filmê Strana Dayika Min li Navenda Jinê ya Duruca û Gulşilav bê pêşandan. (19.00)   Şano   14'ê Îlonê: Şanoya bi navê Tenê Ez ew ê li Navenda Çandê ya Mitanni bê pêşandan. (19.00)   Konser   15'ê Îlonê: Dê Deniz Esmer, Koma Awesta û Mehmet Atli li Navenda Çandê ya Mitanni derkevin ser dikê.(19.00)