Li Amedê di 24'ê Tebaxê de roja govendê tê lidarxistin

  • 16:29 18 Tebax 2019
  • Çand û Huner
AMED - Mala Hunerê ya Laleş û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya xebatek hevpar de, di 24’ê Tebaxê saet 19.30'an de 1’emîn Roja Govendê li dar dixin. 
 
Mala Hunerê ya Laleş û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya xebatek hevpar de, di 24’ê Tebaxê saet 19.30'an de 1’emîn Roja Ggvendê li dar dixin. 1’emîn Roja Govendê bi dirûşma “Em bi govend û tilîliyên xwe vedigerin çewherê xwe” li Navenda Çand û Kongrê ya Şaredariya Bajarê Mezin a  Amedê bê lidarxistin. 4 komên guvendê wê derbikevin ser dikê. 
 
Piştî koma govendê ya aîdê herêma Mêrdînê ya ji jinan pêk tê, wê ekîbên aîdê herêmên Amed û Bedlîsê derkevin ser dikê û hunera xwe pêşkêşî hunerhezan bikin.