Li Amedê di 24'ê Tebaxê de roja govendê tê lidarxistin 2019-08-18 16:29:23   AMED - Mala Hunerê ya Laleş û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya xebatek hevpar de, di 24’ê Tebaxê saet 19.30'an de 1’emîn Roja Govendê li dar dixin.    Mala Hunerê ya Laleş û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya xebatek hevpar de, di 24’ê Tebaxê saet 19.30'an de 1’emîn Roja Ggvendê li dar dixin. 1’emîn Roja Govendê bi dirûşma “Em bi govend û tilîliyên xwe vedigerin çewherê xwe” li Navenda Çand û Kongrê ya Şaredariya Bajarê Mezin a  Amedê bê lidarxistin. 4 komên guvendê wê derbikevin ser dikê.    Piştî koma govendê ya aîdê herêma Mêrdînê ya ji jinan pêk tê, wê ekîbên aîdê herêmên Amed û Bedlîsê derkevin ser dikê û hunera xwe pêşkêşî hunerhezan bikin.