Mîhrîcana Mûnzûrê dest pê kir

  • 15:01 25 Tîrmeh 2019
  • Çand û Huner
DÊRSIM - Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi ziyareta Gola Çeto û niyazan dest pê kir. Mîhrîcana îsal diyarî Ayaz û Nupeldayê hat kirin. 
 
Li Dêrsimê 19’emîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi dirûşma “Xwedî li Dêrsimê, bawerî, ziman û çanda xwe derkeve, bijî û bide jiyandin” dest pê kir. Starta mîhrîcanê bi serdana Gola Çeto hat dayîn. Dayik û pîrên elewiyan li vir niyazan kirin û rizaya xwe bicih anîn. Piştî serdana Gola Çeto girse hat Qada Seyîd Riza û daxuyanî dan çapemeniyê. 
 
Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), CHP, Şaredarê Dêrsimê Fatîh Mehmet Maçoglu, nûnerên rêxistinên civakî û partiyên siyasî û gelek kes beşdar bûn. Beriya daxuyaniyê pîr û dayikan li qadê niyazan kirin û çira pêxistin. 
  
Pîr Zeynel Kete daxuyanî da û kesên ji bo azadî û heqîqetê serbilind li piya ne, bi zindewariya Seyîd Riza û kelameta Ana Fatma silav kir. Zeynel, da zanîn ku wan razabûna xwe ji ax û ziyaretgehan wergirtine hatine mîhrîcanê û di qonaxa gihîştinê de baweriya elewî û çanda wan tune tê hesibandin. 
 
Serokşaredarê Dêrsimê Fatîh Mehmet Maçoglu jî spasiyê xwe ji bo kesên keda wan derbas bûye kir û mêvanên hatin bajara wan silav kir. Fatîh, bi bîr xist ku mîhrîcan ji sala 1999’an ve tevî hemû astengî û qedexeyan heta îro hatiye û lê ev du salên derbas kirin bi hinceta “ewlehiyê” qedexe dikirin. Fatîh da zanîn ku ew mîhrîcanê diyarî bîranîna Ayaz û Nupelda yên xwişk û birayê hev ên li Pulurê di teqemeniyekê de jiyana xwe ji dest dabûn dikin û jiyanê pîroz dibînin. 
 
Piştî axaftinan loqme belav kirin û li Qada Seyîd Riza govenda herêma Dersimê varvara girtin. 
 
Mîhrîcan dê bi şahiyan heta derengiya şevê dewam bike.