Li Kobanê pêşangeha pirtûkan hat lidarxistin

  • 13:26 13 Hezîran 2019
  • Çand û Huner
KOBANÊ - Desteya Çand û Hunerê ya herêma Firatê bi dirûşma "Bi wergirtina pirtûkan em ber bi ramaneke azad ve biçin" li Kobanê pêşangeha pirtûkan hat lidarxistin. 
 
Bi pêşengiya Rêveberiya Xweser Desteya Çand û Hunerê ya herêma Firatê bi dirûşma "Bi wergirtina pirtûkan em ber bi ramaneke azad ve biçin" li Kobanê 1'emîn pêşangeha pirtûkan hat lidarxistin. Sazî û Rêveberiya Xweser a Demokratîk û ji Minbic, Girê spî gelek kes beşdarî pêşangehê bûn. Dora 4000 hezar pirtûk ên bi zimanê Kurdî, Erebî û Tirkî cihên xwe girtin. 
 
Pêşangehê bi deqek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê dest pê kir. Li ser navê Rêveberiya Desteya Çand û Hunera Herêma Firatê Zekiya Şêxo axifî û diyar kir ku xwendin ji bo civakê girîng e weke av û nane û wiha got: "Di destpêkê de em xêrhatina  hemû mêvanan dikin. Ev roj gelekî xweş e, ji ber ku xwendin di nava civakê de lewaz bûye, bi vê pêşengehê wê gelek ciwan ew ê bixwînin. Ji xwe armanca me jî ew e ku hemû ciwan bixwînin."
 
Piştre çîrok li ser navê Helbestkar, Nivîskar û siyasetmedaran hatin xwendin.