Mîne Sogut:Divê em polîtîkayên derbarê jinan de ji nû ve biafirînin

  • 09:03 9 Hezîran 2019
  • Çand û Huner
Rengîn Azîzoglu
 
AMED - Nivîskar Mîne Sogut got huner bi her rewşa xwe sedemê nîşan dide û got: “Divê em derkevin derveyî şablonên îtîraz û rexneyan, xwe xurtir hîs bikin û polîtîkayên der barê jinan de vala derxin û ji nû ve biafirînin. Bi vî awayî em ê ji vê tengasiyê derkevin.”
 
Nivîskar rojnameger Mîne Sogut di 1968’an de li Stenbolê hat dinê. Piştî ji zanîngehê mezûn bû nivîskariya metnên belgefîlmên televîzyonê kir. Piştî nivîskariya Kovara Okuz rojnamegerî berda û di 2000’î de yekem pirtûka xwe ‘Adalet Cîmcoz: Cerebandina Çîrokek jiyanê’ nivîsî. Mîne 14 pirtûkên wê hene û der barê destpêka wêjeyê û berhemenên dema dawî derdikevin û cîhana wêjeyê de axivî.
 
*We çawa dest bi wêjeyê kir? Hûn di pirtûkên xwe de cih didin kîjan mijaran?
 
Pirtûka min ya yekem cerebandinek bû. Min got ka ez ê jî bi metneke wêjeyî dikaribim derkevim. Bawer im bû, ku hat erêkirin. Min di qada wêjeyê de nivîsî û li aliyê din jî di qada rojnamegeriyê de min bi pirtûkên çêkir berdewam kir. Di nivîsandina roman û çîrokan de ji bo min hesta da nivîsîn îtîraz bû. Mijarên min îtîraz kir, lê hêrs bûm, bi min da nivîsîn. 
 
*Wek jinekê di qada wêjeyê de mijarê te tê de zehmetî kişand çi bûn?
 
Pirsgirêkên jinan ên tenê civaka me nîne û aydê hemû jinên cîhanê ne, min ji xwe re nekir dert. Ez mirovahiyê li ser nêrîna mêr û destehilatdariyê dixwînim. Ez difikirim ku ji ber nêrîna xerab a desthilatdariyê, tişt tên serê jin û mêran. Tiştên em pê re tên rû hev, ger ji ber jintiyê be jî, xwendina wê ya ligel min ne wisa ye. Ji ber vê pirsgirêkên min yên cidî bi desthilatdariya hatiye qebûlkirin re heye. 
 
*Hûn berhemên demên dawî derketine çawa dinirxînin?
 
Bi her awayî huner serdema xwe nîşan dide. Weke din xwendina me ne pêkan e. Ev aloziya vê serdemê bi sivikî, giranî, tengbûnî, firehiya xwe serê me tevlihev dike, serê hunerê jî wisa tevlihev dike. Bawer im em dişibin hev. Pêngavek pêş de pêngavek şûnde, di encamê de polîtîkaya welat çibe, hun dê mala me çawa be, di hunerê de jî heman pirsgirêk tên jiyîn. Huner bi tevliheviyê bi qelsiyê teşe dibe. Wêje jî hinek wisa ye. Ez dibînim ku di vegotina mijarekê de tevliheviya mê jî çêdibe. Ez bixwe re jî vê dibînim. Lê li aliyê din jî gelek çirokê dixwazim vebêjim hene. Çîrokên pir tund hene.
 
*Gelo divê wêje li cihekî muxalîf bimîne? Bi giştî li Tirkiyeyê nasnameya muxalîf di çi rewşê de ye?
 
Muxalîfbûn an jî îdealîstbûn çi ye? Ev serdem serdemeke ku hinekî em vê lêpirsîn dike ye. Xetereyên vê jî hene. Di her serdemê de xetereyên muxalîfbûnê hene. Her tim hinek tişt tên serê muxalîfan. Di seranserê dîrokê de hatiye. Dema hûn bêjin ez muxalîf im, wê demê we her tişt daye ber çavên xwe. Niha em tiştên ku wê bê serê me difikirin û em muxalîfbûnê nikarin bidin ber çavan. Ev mirovên vê serdemê di terbiyeyek wisa de derbas bûn. Avakirina muxalefetê tenê ewlehiya can ne, ewlehiya kalîteya jiyanê jî dike xetereyê.
 
*Hûn sekna cîhana wêjeyê ya li hember pêşketinên Tirkiyeyê çawa dinirxînin?
 
Wêje li dijî mijarên tên jiyîn bê hestiyar namîne. Gelek nivîskar li ser vê metnan ava dikin. Dijderketina wêjeyê, naşibe dijderketina polîtîke. Zêdetir ji dil, ji kûr, ji cihekî cuda tê û dengên cuda derdixe. Carna em bi jiyan û tercîhên xwe li dij derkevin carna em bi tiştên dijîn û diaxivin dij derkevin. Ji ber vê ez sekna wêjeyê ya li dijî tiştên tên jiyîn qels nabînim, lê ev belav dibînim.
 
*Li dijî van geşedanan divê xetek têkoşînê ya çawa bê pêşxistin?
 
Divê em derkevin derveyê şablonên îtîraz û rexneyan, xwe xurtir hîs bikin û polîtîkayên der barê jinan de vala derxin û ji nû ve biafirînin. Bi vî awayî em ê ji vê tengasiyê derkevin.