Li Cizîrê şahiya muzîkê hat lidarxistin, sedan kes tevlî bûn

  • 08:47 9 Hezîran 2019
  • Çand û Huner
 
ŞIRNEX - Şaredariya Cizîrê, li Kolana Hûnerê şahiya muzîkê li dar xist. Bi sedan kes tevlî şahiyê bûn.
 
Şaredariya Cizîrê ya Şirnexê, li Kolana Hûnerê şahiya mûzîkê li dar xist. Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz, Hevşaredarên Şaredariya Cizîrê Bêrîvan Kutlu û Mehmet Zirig, Hevşaredarê Silopî Suleyman Şanluk, rêvebirên HDP û DBP’ê yên navend û navçeyan û bi sedan kes tevlî şahiya mûzîkê bûn.  Şahî bi stranên Dengbêj Rêzanîf Bato û  Hûnermend Mahabad ve dest pê kir. Bi stranên hatin gotin girseyê govend gerand.
 
Piştre Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz axaftinek kurt kir. Huseyîn, beriya axaftinê cejna hemû girseyê pîroz kir. Huseyîn, anî ziman ku gelê kurd bi zimanê Kurdî heye û bi saya vî zimanê gelê kurd li ser nigan maye û wiha domand: “Divê hemû gel xwedî zimanê xwe derbikeve û li her derê kurmancî biaxive. Her wiha divê em xwedî çanda xwe jî derbikevin û bidin jiyîn. Divê em rê nedin ku çanda me bê ji bîr kirin.”
 
Piştî axaftinên ku hatin kirin girseyê tim dirûşma “Em ê bi berxwedana bi ser bikevin” berz kir.
 
Piştre hunermend Umut Botan derket ser dikê û stranan got. Bi gerandaina govend û tililiyan ve şahî bi dawî bû.