'Dayikên Kurd çanda kevnar diparêzin'

  • 09:05 3 Hezîran 2019
  • Çand û Huner
Sara Şêx Hesen 
 
HELEB - Di taybetmendiya  jina Kurd de girêdanek  bi çandê  û alavên kevnar re heye. Dayika Kurd a parêzvana çandê Fatîma Muhemed diyar kir  ku her dem dayikan nirxên çanda kevnar parastine û wiha got:"Çanda me nasnameya me ye. Dayikên Kurd çanda kevnar diparêzin. Ev ji bo şanazî ye." 
 
Ji dîrokê heta niha tim çand bi dayikan tê naskirin. Jinên ku alavên xwe yên kevnar ji tunebûnê diparêzin, têkoşîna xwe didomînin da ku her tim zindî bimîne. Mînaka vê yekê Fatîma Muhemed a 39 salî ye, li Şêx Meqsûda Helebê dijî û xwediyê sê zarokan e dibêje:"Ez alavên kevnar diparêzim da ku çanda me her zindî bimîne û neyê jibîrkirin. Dema çanda me bê jibîrkirin ew ê ji bo me ne baş be. Loma divê em her dem çanda xwe biparêzin."
 
'Min odeyek li mala xwe ji alavên dîrokî re veqetandiye' 
 
Ji xwe çîroka Daiya Fatîma jî  xwedî taybetmendiyek cuda ye. Dema şerê li Sûriyeyê  dest pê kir, li taxa Şêx Meqsûdê  jî şer giran bû,dayîka Fatîma ji mala xwe derneket. Mala ku dema mirov lê meyîze dike kêliyekê vedigere dîroka kurdan û çanda wan a resen. Girêdayî mijarê Fatîmayê wiha got:"Bi komkirina tiştên dîrokî û berhemên berê ez kêfxweş dibim. Caran dema ez diçûm serdana mirovên xwe û tiştên dîrokî  li gel wan didîtin gelekî bala min dikşand. Ji bo wê jî dema min dibihîst ku alavek dîrokî li ku derê tê çêkirin yan jî firotin bi lez min xwe digihand wî cihî ji bo ez qezenc bikim. Tişên wiha balkêş in û çanda me  bi me didin nasîn. Min odeyek li mala xwe ji alavên dîrokî re veqetandiye û van tiştan lê kom dikim. Ez ji çanda Kurdî ya resen hez dikim."
 
'Çanda min nasnameya min e ez ê vî nirxî biparêzim'
 
Di berdewamiya axftina xwe de Fatîmayê balê dikşîne ser bandora sîstema kaptelîzmê a ku mirovan dûrî çanda wan dihêle û mêjiyê wan bi tiştên vala mijûl dike û wiha domand:" Bandora  sîstema kapîtalizmê dibe sedem ku gel çanda xwe ji bîr bike. Nasnameya mirovan di destpêkê de bi rêya çandê tê naskirin ji bo wê jî her çiqas em çanda xwe biparêzin wê demê em nasnameya xwe ya kurdewariyê jî diparêzin."
   
'Mala min cihê kombûna dîrokê û jina ye'
 
Fatîma da zanîn ku caran jinên taxa wê ji bo ji xwe re li dîroka di mala wê de binêrin li gel wê dicivin û wiha bi dawî kir:"Mala min cihê kombûna dîrokê û jina ye. Gelek caran jinên taxa min tên li gel min dicivin, ji bo ji xwe re li vê dîrokê binêrin. Di nav de jî hezkirina wan ji çandê re çêdibe û rojên dayikên xwe yên berê tînin bîra xwe. Ez pir kêfxweş im ku ez çanda xwe diparêzim. Hêviye min heye  ku hemû dayikên kurd qîmetê bidin xwedîderketina çanda xwe û dîroka xwe. Çimkî heger çanda me tune be em jî tune ye."