Ji bo saziyên hatine girtin alternatîf: Mala Muzîkê ya Tûrik

  • 09:07 29 Gulan 2019
  • Çand û Huner
MÊRDÎN - Li Qoserê piştî saziyên çandê hatin girtin şûnde hîndekarên muzîkê hatin cem hev û Mala Muzîkê ya Tûrik vekirin. Mamoste Saîma Aburşu hedefên mala muzîkê wiha vegotin: “Em hewl didin di qada çand û hunerê de vir mezin bikin. Em hewl didin bi qursên vedikin xwe bigihînin xwendekaran.”
 
Di çarçoveya OHAL’ê de bi KHK’yên hatin derxistin, di 2016’an de qeyûm tayînî şardariyan hatin kirin û gelek navendên jin û çandê  girtin. Hîndekar û qursiyerên ku navendên wan hatin girtin, serî netewandin û ketin nava hewldanan, alternatîfên nû afirandin. Li navçeya Qoser a Mêrdînê jî Mala Muzîkê ya Tûrik hat avakirin û yek ji alternatîfên girîng e.
 
Piştî tayînkirina qeyûm sazî yek bi yek hatin girtin û xebatên çand û hunerê jî hatin sekinandin, salek berê mamosteyên muzîkê hatin cem hev û ekîbê bi derfetên xwe cihekî nû vekir. Ji kirêya navendê bigire heta hemû hewcedariyan mamosteyan peyda kir û ciwan jî eleqeyek mezin nîşan didin.
 
‘Piştî qeyûm xebatên me belav bûn’
 
Mamosteya erbanê Saîme Aburşu daxuyakrin ku ew bi salane di xebatên çand û hunerê de cih digire û ew ne bê alternatîfin û wiha got: “Me salek berê ev der vekir. Em qursên gîtar, saz, keman, erbanê didin. Ji bo çanda me tune nebe, eleqeya ciwanên me winda nebe m evir vekir. Piştî qeyûm xebatên me belav bûn. Me jî biryar da ku em vir vebikin. Em ji xebatên xwe dur neketin.
 
‘Hedefa me ev e ku em bi zêdetir xwendekaran re bên cem hev’
 
Saîmeyê destnîşan kir ku hedefa wan ev e ku li cihekî mezintir bi gelek xwendekarî re bên cem hev û wiha dawî lê anî: “Me bi keda xwe vir vekir. Dema em hatin vir tiştek tunebû. Hemû tişt me ava kir. Em saleke xebatê dimeşînin. Qursên me hene. Em hewl didin di pêşerojê de hejmara xwe zêde bikin. Hedefên me hene.”