Denîz Çankaya Salmanli:Jiyana mirovan di şevekê de diguhere

  • 09:02 26 Gulan 2019
  • Çand û Huner
Gulîstan Azak
 
AMED - Derhêner Denîz Çankaya Salmanli diyar kir ku belgefîlma wê ya ku têkoşîna jinên bi KHK’ê hatine îxrackirin a bi navê ‘Hêza Heqîqetê’ ji çîroka jiyana mirovan a rast xwedî bûye û got jiyana mirovan li Tirkiyeyê di şevekê de dikare biguhere.
 
Belgefîlma bi navê ‘Hêza Heqîqetê’ têkoşîna jinên ji peywira cemawerî bi KHK’ê hatine îxrackirin vedibêje. Belgefîlm berhema keda kolektîf e û di heman demê de projeya dîrokekê ye. Belgefîlm di 5’ê Cotmeha 2017’an Roja Mamosteyan de pêk hat. Derhêner Denîz Çankaya Salmanli der barê belgefîlmê de axivî. Denîzê da zanîn ku jiyana mirovan li Tirkiyeyê dikare di şevekê de biguhere.
 
*Hun dikarin hinek behsa belgefîlmê bikin?
 
Hêza Heqîqetê di Gulana 2017’an de wek berhemeke qadên berxwedana Stenbolê derket holê. Bi KHK’yên ketin dewreyê bi sed hezaran kes ji karê xwe bûn, qeyûm tayînê saziyan bû, rojname hatin girtin û OHAL hat îlankirin. Ji ber vê berxwedana KESKÎ’yan hebû. Li qadên bajar li Bakirkoy, Kadikoy û Kartalê îmze kom dikirin. Hewl dan dijhiqûqiyê bidin bihistin. Ji ber vê tiştên ji gel re vegotin li ber kamerayên ‘Hêza Heqîqetê’ vegotin. Di belgefîlm de jiyana 13 jinên KESKÎ yên ji kar hatine avêtin cih girtiye.
 
Piştî OHAL’ê îxrac ji bo welat windahiyek mezin bû. Hemû kesên hatin îxrackirin ji bo pîşeya xwe bikin têkoşîn dabûn. Pîşeyên xwe di şertên giran de kiribûn û di şevekê de jiyana wan guherî. Hîna jî nizanin sûcê wan çi ye. Ev di dîroka cîhanê de mînakek dijhiqûqiyê ye. Ev dijhiqûqî hîna bi dadgehan didome. Komîsyonên OHAL’ê hatin avakirin lê hîna encam jê derneketiye. Em hîna bi vê rastiyê dijîn û hîn dibin. Divê em hînî vê pêvajoyê nebin.
 
Ev dijhiqûqî ne tenê pisgirêka kesên hatiye îxrackirinê ye. Ev pirsgirêka pêşerojê ya me û pirsgirêka cidî ya cemaweriyê ye. Me belgefîlma xwe jî li ser berxwedana 13 berxwedêrên jin vegot. Di 5’ê cotmeha 2017’an de Roja Mamosteyên Cîhanê de yekem car hat nîşandan.
 
*Asta amadekariya belgefîlm çawa pêş ket?
 
Hun dikarin vê wek faliyetek sendîkal bibînin. Ji ber xwediyê fîlm KESK Haber-Sen û Meclîsa Jinan a KESK’ê ye. Belgefîlmeke ku 1 lîrayek lê neçûye. Em bi dostan re hatin cem hev û me kişand. Belgefîlm berhemeke sendîkale.
 
*Peyama belgefîlm çi ye, gelo peyama we gihişt gel?
 
Dema belgefîlm galaya wê hat kirin berxwedan jî berdewam dikir. Piştre mudaxale hat kirin. Ez dixwazim bêjim ku me bertekên li dijî belgefîlm zêde li ber çavan negirt. Em neçarin gotina xwe bêjin. Li qadan jî wisa ye. Me wek belge xwest bikin nîşe. Me belgefîlma xwe li dîrokê xist. Em di rojên dîrokî de derbas dibin. Hîna jî neqedyaye. OHAL bi giştî ranebûye û didome. Rojnameger parlamenter girtîne. Qeyûm tayînê şaredariyan tê kirin. Hilbijartinên herêmî bû, bi hinceta KHK’yî ne mazbatayên hevşaredaran nedanê. Ez difikirim ku peyama me zelal e.
 
*Xebatên we yên belgefîlm wê bidomin?
 
Êdî her tişt diguhere. Merciyên civakî êdî pir xurtin. Em bêjin aktîvîzma vîdeoyê, em tenê nebêjin belgefîlm. Ev xebat li gorî min pir girîng e. Ji vê pêşî li tunekirina belgeyan bê girtin. Em ê aktîvîzma vîdeoyan jî belgefîlman jî bidomînin.
 
*Tiştekî hun lê zêde bikin heye?
 
Li welat bi rastî jî êşên mezin û xespkirina maf tê jiyîn. Ez bi israr dixwazim binê vê xêz bikim. Ji ber carna dibêjin mexduriyeta KHK’ê. Ev gotinek ne rast e li gorî min. Li gorî min tiştekî wek mexduriyetê tune ye. Xespên bi destê dewletê hatine kirin hene. Em aştî, azadî û edeletê dixwazin.