‘Helbest teşeya herî xweş a vegotina jiyanê ye’

  • 09:06 24 Gulan 2019
  • Çand û Huner
AMED - Zozan Gulan pirtûka helbestan a bi navê“Ajero” ku bi zimanê kurdî nivîsandiye weşand. Di naveroka pirtûkê de bi giranî bi evîna welat dagirtiye û Zozan wiha got: “Helbest teşêya herî xweş a vegotina jiyanê ye, ji ber wê helbest qêrîn e.”
 
Zozan Gulan pirtûka helbestan a bi navê “Ajero” ku bi zimanê kurdî nivîsandiye weşand. Zozan di pirtûka xwe ya helbestê de bi giranî li ser evîna welat rawestiya ye. Li gorî Zozanê helbest li gorî hestan dinexşe. Zozan diyar kir ku hestên ji kûr ve tên her tim evîna welat e û wiha got: “Qêrîna herî delal ji dil tê, dema hestên xwe bilêvdikim pê dihesim ku ber û dîwar jî min dibihîsin.”
 
Zozan di axaftina xwe de bal kişand ser yekemîn helbesta xwe ya Hewar û wiha dest bi axaftinê kir: “Min cara yekem bi helbesta Hewar re dest bi nivîsînê kir. Min di wir de hertişt didît; jin, zarok, kal û xweza. Helbest wê demê bû cîhana min a biçûk. Ez pê gihaştim aramiya ku bi salana lê digeriyam. Min xwe dît û carek din winda dibûm. Hestên te bi çi awayî be helbestên te jî bi heman awazî lêdixe. Min dest bi nîvîsa evînê kir. Min hestên xwe rijandin ser lênûsê êdî.”
 
‘Li şûna alîkariyê astengî derxistin’ 
 
Zozan, diyar kir ku ji bo layiqê keda jinê ya xweşîk tu hevok ne layiq bûn û wiha nêrînên xwe anî ziman: “Min biryar da ku helbestên xwe berhev bikim. Pirtûka min a bi navê “Ajero” ya ku wateya zildayîn û ji nû ve şînbûyînê ye, min di pirtûka xwe de bi cih kir. Kesên derdorê bi çapkirina wê gelek şad bûn. Alîkariya malbata min pir bû. Lê mixabin xizmên me ji ber xwedî hişmendiya divê jin bi serê xwe tiştek nekin bûn, li şûna alîkariyê astengî ji min re derxistin.”
 
‘Bi wê re jiyana min bi nexş dibe’
 
Zozan Gulan bal kişand li ser wateya helbestê û wiha got: “Ger ez qala helbestan bikim ez ê kurahiya jiyana xwe vebêjim, hertiştê min di wir de veşartî ye bi helbestan re tînim ziman û derdixim rûye erdê. Ya ku awaza herî xweş dide êş û şabûna min helbest e. Helbest rêya nexşandî ya parvekirinê ye. Bi anîna li ser ziman û guhdarkirinê re ev hîn watedar dibe. Pêre nûwazebûnê qezenç dike. Dema ez ji guhdarvanan re dixwînim dilşad dibim. Pê dihesim ku ber û dîwar jî bi min dihesin, wekî ku bi helbesta min ketine aramiyê û bêdeng dibin.”
 
‘Helbestê qêrîna min hembêz kir’
 
Zozan anî ziman ger helbest bi zimanê jinê bê vegotin hîn watedar dibe û wiha got: “Helbest bi jinê re dibe yek û diherike. Mîna li hevhatina erbaneyê li jinê tê. Weke ku tenê jin xwediyê wê ye. Bi hev re heman zimanî diaxivin. Dibe, herkes bi rêbazê cuda xwe bibîne û xwe vebêje. Min jî bi helbestê re rastiya xwe dît. Herî xweşik helbestê qêrîna min hembêz kir.
 
‘Çand û hûner destê jinê ye’
 
Zozan herî dawî qala çand û hunerê kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Çand û huner destê jinê ye. Divê çand û huner ji aliye jinê ve bêhtir were hembêzkirin. Divê ya ayîdê me ye, em bistînin. Ez ê her tim helbestên xwe li ser jin û zarokan bihûnim.”