Derhêner Amal Ramsîs: Ez ê her tim berxwedana jinê raxim pêş çavan

  • 09:12 22 Gulan 2019
  • Çand û Huner
AMED - Derhêner Amal Ramsîs, ya ku ji berxwedana Leyla Guven bi bandor bûye  wiha got: “Di axa Rojhilata Navîn de şer, dagirkerî û koçberî bi tu awayî kêm nebûye, li vir tenê jin dikare çîrokan berhevbike û bihûne. Ez ê her tim berxwedana jinê raxim pêş çavan.”
 
Derhênera jin a bi navê Amal Ramsîs a ku ji Misirê ye, berhemên giranbûha ji cîhana filman re pêşwazî dike. Wê hertim qedexeyên li welatê xwe kirine mijar. Bi taybetî mijarên fîlmên Amalê li ser jinê û bandora şer e û fîlmên xwe bi vî rengî dihûne. Her wiha belgefîlma wê ya bi navê “Hûn ji Duristanê Hatine” ku gelek xelatên navneteweyî girtine, di Mîhrîcana  FîlmAmed de jî hat nîşandan. 
 
Derhêner Amal, li ser hatina xwe ya Amedê, mijara fîlmên xwe, bazirganiya li ser sînemayê, bandora jinên derhêner rawestiya. Her wiha Amal di serdana Leyla Guven de pir bi bandor bûyê û qala serdana xwe ya Leylayê jî kir. 
 
‘Ax û bedena jinê tê dagirkirin’ 
 
Derhêner Amal Ramses di belgefîlmên xwe de bi taybet cîh dide jinê. Ji şer a ku herî zêde bi bandor dibe jin e. Bi axê re ya ku tê dagirkirin bedena jinê ye. Di axa Rojhilata Navîn de şer, dagirkerî û koçberî bi tu awayî kêm nebûye.  Amal diyar kir ku desthilatdariya li hemberî jinê hatiye pîleyeke bilind.  Amal, got ku weke jineke derhêner, li dijî qetilkirin û kuştina jinê bersiv bûyîn gelekî zor e û wiha got: “Jin her tim ji aliyê civakê ve bi rêya, olî û hişmendiya mêr bi şîdet, kuştin û tecawîzê re rû bi rû mane. Di her qada jiyanê de ji jinê re însiyatîf nayê dayîn.”
 
‘Ya ku çîrokan berhev dike û dihûne jin e’ 
 
Amal, destnîşan kir ku cardin di cîhana sînemaya Ereban de bi taybet li Misirê, bi awayek berbiçav jin pêşengin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Jin di cihên çandî û civakî de dixebitin, derhêneriyek ne di berjewendiya kesan de dikin. Di aliyê çandî û civakî de ya herî dikare çîrokan berhev bike bihûne jin e. Lê di sînemeya bazirganiyê de hejmara jinên derhêner gelek kêm e. Ji bo bazirganiyê sînemaya ku ber biçav û mirov dikare mînak bide Hollywood e.  Lê ez bi biryarim ku van hişmendiyan, bi berhemên xwe bi jin bûna xwe re tune bikim.  Ez ê wê berxwedana jinê raxim pêş çavan.”
 
‘Leyla Guven morelekî mezin da me’ 
 
Amal Ramsîs di axaftina xwe de bal kişand ser serlêdana Leyla Guven jî, diyar kir ku di dema serlêdanê de Leyla Guven ji bo xebatên wan serkeftin xwestiye û bilêvkiriye ku belgefîlmên wan xwedî taybetmendiyek e. Amal wiha qala serdanê û axaftina Leylayê kir: “Ez ji berxwedana Leylayê bi hestiyar û bi bandor bûm. Leyla ji bo me ev tişt gotin; ‘Ji ber ku bi wê re dîrok tê nûkirin û tê bibîranîn, ji wendabûnê rizgar dibe. Dîrok pêşerojê ronî dike, di vir de weke derhêner barekî giran dikeve ser mile we. Divê dîrokê bi hemû zelaliya xwe re hûn bikin belgeyek û mayînde bihêlin.  Ev serbilindiyek e, divê hûn van xebatan bi pêşdetir bibin.’ Ev serdana me ji bo Leylayê moralekî mezin da me tevan. Bi şîretên xwe re wê berhemên me hîn watedartir kirin. Berxwedana Leylayê me hestiyar kir. Ew jineke bêhempa ye.”
 
‘Ez bi Mîhrîcana FîlmAmedê gelekî şad bûm’
 
Her wiha Amal bi belgefîlma bi navê “Hûn Ji Dûristanê Hatine” tevlî mîhrîcana 7’emîn a FîlmAmedê bibû. Amal ji Filistînê ye ku ji ber şer neçarî koçber bûne kiriye mijara belgefîlma xwe. Malbata ku ji şer direvin belav dibin. Keça malê ya bi navê Dewlet, li welatekî biyanî mezin dibe. Piştî çend salan dema malbat digihîjin hev êdî rewşek biyanî girtine. Bi zimanên biyanî xeber didin ji hev fêm nakin. Lê belê rondikên çavên wan bi heman hestan diherikin. Derhêner Amal di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser Mîhrîcana Belgefîlma Amedê û wiha dawî li axaftina xwe: “Wê  belgefîlmê min gelekî şad kir.  Çiqas belgefîlm ne li ser kurdan be jî ew ji jiyana kurdan qet dûr nîne. Ez dizanim ku temaşevanên herî rast li vir in û min fêm dikin.”