22'yemîn Mîhrîcana Fîlmên Jinan a Navneteweyî ya Uçan Supurgeyê pêk tê

  • 10:45 21 Gulan 2019
  • Çand û Huner
NAVENDA NÛÇEYAN - 22'yemîn Mîhrîcana Fîlmên Jinan a Navneteweyî ya Uçan Supurgeyê dê di 23 û 30'yê gulanê li Enqereyê bê li darxistin. 
 
Di 23 û 30'ê gulanê de 22'yemîn Mîhrîcana Fîlmên Jinan a Navneteweyî ya Uçan Supurgeyê dest pê dike. Mîhrîcana fîlman dê li Navenda Hunerê ya Çagdaş a salona Konferansê ya Yaşar Kemalê bên pêşandan. Di mîhrîcanê de kurtêfîlm, belgefîlm bên pêşandan her wiha atolyeyên lîstîkvanî û kurtêfîlman jî bên lidarxistin. Her wiha di çarçoveya mîhrîcanê de panel dê bê li dar xistin. Her çar aliyê cîhanê fîlmên derhêneriya wan jin in dê tevlî mîhrîcanê bibin. 
 
Derhênerên jin dê di 23 û 30'ê gulanê de çîrokên jinên cîhanê û çîrokên xwe bikin yek. Mîhrîcan dê îsal bi mijara "Çîroka min 22.0" bê li dar xistin. Ji ber ku di fîlman de jin dê çîrokên xwe guhdar dikin û vedibêjin. Replîkên di fîlman de tê vegotin di nav jinan de diguhere şîfreyan. Organîzatorên mîhrîcanê ji bo tevlîbûna mîhrîcanê bang li jinan kir.