Sultan Yarar: Pirtûka min ji rastiya civakê xwedî dibe

  • 09:16 19 Gulan 2019
  • Çand û Huner
Gulîstan Azak
 
AMED - Helbestkar Sultan Yarar ku pirtûka wê ya helbestê ya ‘Beyî te’ derket nirxand, diyar kir ku di pirtûkê de rastiya jinê pir zêde kiriye mijar, pirtûka wê ji pisgirêkên civakî, êş û kêfxweşiyan xwedî bûye.
 
Helbestkar Sultan Yarar der barê pirtûka xwe ya helbestan a ‘Bêyî Te’ axivî. Sultanê der barê derketina pirtûka xwe de pirsên me bersivandin.
 
*Hun dikarin xwe bidin nasîn?
 
Ez li Şemrex a Mêrdînê hatim dinê. Di temenê biçûk de hatim zewicandin, 4 zarokên min hene. Min lîse ji derve qedand. Min di jiyana xwe de neheqiya li dijî jinê tu car qebûl nekir. Ez li dijî vê derketim. Ez gelek ji xwendinê hez dikim. 30 sal zêde ye dixwînim. Ez roman û çîrokan dixwînim. Xwendin mirov pêşve dibe. Yên ji xwendinê hez nekin nikarin bijîn
.
*Dikarî pirtûka xwe bidî nasîn? Kengê derket, mijara wê çiye?
 
Pirtûk demek berê derket. Armanca min ne tenê derxistina pirtûkê bû. Min xwest ez hest û nêrînên xwe parve bikim. Min xwest bikim pirtûk. Min tiştên dilê xwe nivîsîn. Sala borî min nexweşî derbas kir. Li ser vê min got ‘jiyan ne dirêje û divê em tiştekî dirêj nekin’. Kesên derdora min gotin ‘Helbestên te başin binivîse, te çima pirtûk nenivisiye?Min digot divê cesaretek mezin hebe. Li ser israra hevalan min bi gelek helbestkaran re hevdîtin kir. Min jî dest pê kir. Ez çûm cem Mamoste Azad. Min helbestên xwe nîşanî wî dan. Piştre me biryara çapkirinê da. Me navê pirtûkê ‘Bêyî te’ danî. Ez gelek ji vê gotinê hez dikim. Hemû helbestên min jî li ser welatparêzî û evînê ne.
 
*Hun di heman demê de endama Koma Helbestên Amedê ne. Pirtûka we berhema xebatek komî ye?
 
Beriya komê jî min dinivîsî. Lê ne di vê astê de. Piştî bûm endama komê min xwe pêş xist. Me her tim helbest dixwend. Vê jî em pêş xistin. Koma Helbestê cesareta nivîsandinê da min. Divê pênûsa jinê azad be. 
 
*Hun dikarin di qada çand û hunerê de behsa zor û zehmetiyên hebûna jinê bikin?
 
Carna em di çapemeniya civakî de tiştekî dinivîsin, hinek şîroveyên nebaş dikin. Bêguman ev ji bo jinê zehmet e, lê wê jin vê derbas bikin. Jin dikarin her tiştî bikin. Tenê bila bixwazin. Divê jin nefikriin wê mêr çi bibêjin û bila wiha binivîsin. Mêr dibêjin çi bila bêjin divê jin binivîsin. Divê pênûsa jinê azad be.
 
* We çawa dest bi nivîsandina Kurdî kir?
 
Ez bi rastî evîndarê zimanê xwe me. Piştî ez çûm Kurdî-Derê min dest nivîsandina Kurdî kir. Em biçûk bûn lêem Tirkî  nediaxivîn. Em li dibistanê hînî tirkî bûn. Me zimanê xwe ji bîr kir. Ez li Kurdî Derê dîroka Kurdistanê fêr bûm.  Piştre min dest bi nivîsandina Kurdî kir.
 
*Bangek we ji bo xwendevan û kesên dixwazin helbestê binivîsin heye?
 
Ger hun li Kurdistanê bijîn divê ewil hun rastiyên jiyanê vebêjin. Ger di helbestê de rastî tune be, ew helbest nîvco ye. Divê rastiya civakî ya helbestê bê nîşadan. Dema kes tiştekî dixwînin divê rastiya xwe di wir de bibînin. Ji ber vê ez dixwazim xwendevanên min helbestê min bi wate bikin. Divê êş û kêfxweşiyên xwe tê de bibînin. Min di pirtûka xwe de cih da van hemûyan.