‘Di qada tendûristiyê de keda jinê tê binpêkirin’

  • 09:03 17 Gulan 2019
  • Çand û Huner
AMED - Îpek Denîz û Nîlgun Kutal Demîrtaş bal kişandin ser qada tendûrisiyê û gotin ku mafê perestaran tê binpêkirin û keda wan nayê dîtin. Îpek û Nîlgun mijara ked û pirsgirêkên perestaran kirin mijara belgefîlmê.
 
Perestar (hemşîre) û Sekretera Jinan a Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) Şîşliya Stenbolê Îpek Denîz û endama SES’ê û derhêner Nîlgun Kutal Demîrtaş belgefîlma bi navê "Ji Dengê Yekem Heta Nefesa Dawî" tevlî 7'emîn Mîhrîcana FîlmAmedê bibûn. Nîlgun û Îpek di axaftinên xwe de bal kişandin ser mijarên wekî rewşa perestariyê (hemşîre), binpêkirinên mafan ên li qada tendûristiyê û her wiha  ser belgefîlma xwe. 
 
‘Bi şîdeta fîzîkî û devkî re rû bi rû dimînin’ 
 
Îpek Denîz di axaftina xwe de bal kişand ser keda jinê ya qada tendirustiyê û wiha nêrînên xwe anî ziman: “Em weke jinên perestyar di karê tenduristiyê de hîn bêhtir rastî tundiyê tên. Em ji aliyê nexweş, xizmên nexweşan û bijîjkan ve bi şîdeta devkî û fîzikî re rû bir û dimînin." 
 
‘Em karên ku ne girêdayî pîşeya me ye jî dikin”
 
Îpek qala nêzîkatiya bijîşkan kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tevî em bi hemû karan re mijûl dibin, gelek caran em karê bijîşkan jî dikin. Em ji bijîşkan re qehwe çêdikin, karê taybet ên bijîşkan jî dikin. Her wiha karên ku ne girêdayî pîşeya me ye ji bi me didin kirin. Ev tişt ji ber statuyê pêk tê. Statuya me namîne.  Her wiha ji ber wan sedeman jiyaneke me ya taybet namîne.”
 
‘Em seatên dirêj kar dikin’
 
Îpek, diyar kir ku perestarên ku xwedî zarok bin rewşa wan bêtir zehmet e û wiha axivî: “Perestarên xwedî zarok bêhtir bi  zordariyan re rû bi rû dimînin. Seatên dirêj kar dikin û bi wê re nobetên şevê digirin. Ev tişt bêtir me tengezar dike.”
 
’Bi 11 hevalên xwe re belgefîlmek çêkir’ 
 
Îpek Denîz qala belgefîlma “Ji Dengê Yekem Heya Nefesa Dawî” kir û wiha got: “Me xwest rewşa kesên ku bi KHK’ê hatin îxraçkirin bînin ziman û bi raya giştî re parve bikin. Me bi 11 hevalên xwe re belge fîlmek amade kir. Her kesek bi qasî yek seatê xeber da. Lê mixabin ev yek hem têra wan nekir û hem ji têra gotina binpêkirina mafên wan nekir. Me jî gotinên wan kurt parve dikir. Lê mixabin vê yekê têr nekir. Bi cûdahiya zayendî re pergala karsazan bi awayekî pergalî hatiye rûniştandin. Em ê ji bo tûnekirina vê yekê gavek bavêjin.”
 
‘Em neviyê pîrevokan e’
 
Perestar û derhêner Nîlgûn di axaftina xwe de bal kişand ser dîroka perestyariyê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ger em li dîroka perestyaran temaşe bikin em ê bibînîn ku çanda desteserkirinê ya li hemberî jinan çawa pêk tê. Perestyarên jin zedêtir nêzî xwezayê ne. Bedena xwe nas dikin. Tiştên ku hîn dibin û ji bo pêşerojê mîrateyek dihêlin. Ji bo wê yekê em her tim bi dirûşma “Em neviyên pîrevokan e” berz dikin û bi wê yekê ser bilind in. Dema ku ev pîşe vegeriya pereyê, êdî ew ket bin desthilatdariya mêran. Pergala baviksalerî van tiştên ku ayidê jinê yê, ji wan digire û dibin siya xwe de, jinê dide xebitandin. Bi wê re biçûkdîtina jinê û biçûkdîtina karê jinê pêk tê.”
 
‘Keda jinê nayê dîtin’
 
Nîlgûn, destnîşan kir ku jin çawa li malê dixebite li nexweşxaneyê jî bi vî rengî dixebite û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Jin çawa ku li zarokek dinêre û mezin dike, bi kar û barê malê re jî eleqadar dibe, bi rêve dibe û wekî perestyar ji li nexweşxaneyan heman karî dike. Çawa ku maf û keda jinê li malê nayê dîtin û winda dibe, li nexweşxaneyê ji ked û mafê me nayê dîtin û winda dibe.”
 
‘Mafên me hatin desteserkirin’
 
Nîlgun, di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser KHK’ê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “KHK’ê bandoreke mezin li me kir. Tişta ku jin afirandî bû, li pişt xwe hişt û bêyî ku heq bigire, hemû mafên wê hatin desteserkirin. Ew rola ku civakê li ser me ferz kiriye, em dixwazin xwe jê rizgar bikin. Em ji bo vê yekê berxwedanê didin. Li dijî van binpêkirinên mafan, me bi hevalên perestar re bi awayekî komînal biryarek girt û me dest bi belgefîlmek bi vî rengî kir. Me xwest ev tişt bi belgêfîlmê raxin ber çawan.”