Li Amedê ji bo Cejna Zimanê Kurdî çalakiya muzîk û helbestê hat lidarxistin

  • 10:55 16 Gulan 2019
  • Çand û Huner
AMED - Koma Helbest û Xwendinê yên Amedê bi munasebeta 15'ê Gulanê Roja Zimanê Dayikê, li Amedê, çalakiya muzîk û helbestê li dar xist. Di çalakiya ku ji aliyê gel ve eleqeyek mezin dît de çîrokên zarokan ên bi zimanê Kurdî hatin belavkirin. Her wiha nivîskar û helbestkarên komê pirtûkên xwe jî belav kirin. 
 
Koma Helbest û Xwendinê yên Amedê bi munasebeta 15'ê Gulanê Roja Zimanê Dayikê, li  Park Orman a Navçeya Kayapinara Amedê, çalakiya muzîk û helbestê li dar xist. Di çalakiya ku ji aliyê gel ve eleqeyek mezin dît de çîrokên zarokan ên bi zimanê Kurdî hatin belavkirin. Her wiha nivîskar û helbestkarên komê pirtûkên xwe jî belav kirin. Di çalakiyê de çîroka Qedrîcan hat xwendin. 
 
Di destpêka çalakiyê de endamên komê Helbestkar Roza Metîna û Mehmet Sait Arzu 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li hemû gelê Kurd pîroz kirin û behsa taybetmendiya Roja 15'ê Gulanê kirin. Piştre hunermend Samet Îpek strana 'Zimanê Kurdî' got. Piştî stranê Helbestkar Încî Egîd helbesta xwe ya li ser zimanê Kurdî nivîsandibû xwend. 
 
Helbesta girtiyê ku ji bo Leyla Guven nivîsandibû hat xwendin
 
Helbesta, Helbestkar Mem Farqînî yê ku di Girtîgeha Rihayê de ye û di heman demê de di greva birçîbûnê de ye, ya ji bo Leyla Guven nivîsandibû hat xwendin. Helbesta bi navê 'Xweşika Şevê Leyl' ji aliyê Mehmet Sait Arzu ve hat xwendin. Piştre Sevgul Şaşmaz helbesta Celadet Elî Bedirxan, Seyhan Şaşmaz jî çîroka ji aliyê Qedrîcan ve hatibû nivîsandin xwendin. Her wiha Endama Koma Xwendinê Remziye Onen jî helbesta Celadet Elî Bedirxan a bi navê 'Şeva we xweş be', Helbestakar Sultan Yarar û Zozan Gulan jî helbestên xwe, xwendin. 
 
Piştî gotina stranan û xwendina helbestan çîrokên bi Zimanê Kurdî li zarokan hat belavkirin. Bi belavkirina çîrokan çalakiya muzîk û helbestê ya ji bo Cejna Zimanê Kurdî bi dawî bû.