Ji bo Cejna Zimanê Kurdî li Amedê çalakiya muzîk û helbestê

  • 11:17 15 Gulan 2019
  • Çand û Huner
AMED - Dê Koma Helbest û Xwendinê yên Amedê îşev saet di 20.30'an de li Park Orman a Amedê ji bo 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî çalakiya helbest û muzîkê li dar bixe.
 
Bi munasebeta 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî dê Koma Helbest û Xwendinê yên Amedê îşev saet di 20.30'an de li Park Orman a Amedê çalakiya helbest û muzîkê li dar bixe. Piştî çalakiya muzîk û helbestê helbestkar û nivîskarên Koma Helbest û Xwendinê yên Amedê ew ê pirtûkên xwe wekî diyarî ji gel re belav bikin. Her wiha dê çîrokên Kurdî li zarokan bê belavkirin.