Derhêner Kivilcim Akay: Di sînemayê de jin dikarin pir tiştî vebêjin

  • 10:15 14 Gulan 2019
  • Çand û Huner
AMED - Derhêner Kivilcim Akay ku bi belgefîma xwe ya ‘Amîna’ ya jinên koçber ên Afrîkayê vedibêje tevlî Mîhrîcana Belgefîlman a FîlmAmed bû, diyar kir ku divê jin zêdetir di sînemayê de cih bigirin, ji ber ku gelek tiştên ku jin vebêjin hene.
 
7’emîn Mîhrîcana Belgefîlman a FîlmAmed, li Amedê li Navenda Kongre û Çandê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dest pê kir. Ji Asya, Latîn Amerîka, Ewropa û Rojhiata Navîn, 20 jê jin bi giştî 42 fîlmên hunermendan tevlî mîhrîcanê bûn. Yek ji van belgefîman jî ‘Amîna’ yê derhêner Kivilcim Akay bû.
 
Kivilcim derhênerek Kurd e,li StenboLê dijî. Xebatên xwe li wir dimeşîne. Kivilcim jiyana jinên koçber yên Afrîkayê mereq dike û di vê navberê de Amîna nas dike. Pêşniyarê dibe ji Amînayê re û ew jî qebûl dike. Kivilcimê diyar kir ku penaber di şertên zehmet de jiyana xwe didomînin û got wê xwestiye empatiyek bê avakirin.
 
'Bi ekîbek mezin a jinan re xebat hat meşandin'
 
Kivilcimê got Amîna di 2013’an de nas kiriye, di 2016’an de ew kiriye kapaxa kovarê û piştî kovarê xwestiye çîroka jinên Afrîkayê bike sînemayê. Kivilcimê bi lêv kir ku ew bi ekîbeke mezin ya jinan re xebitîne. 
 
‘Em hewl didin di sînemayê de hebin’
 
Kivilcimê destnîşan kir ku tevî hejmara jinan di sînemayê de zêde dibe jî ev hejmar têr nîne û wiha got: “Di esasê de jin dixebitin lê, di çêkeriyê de, derhêneriyê de an jî xwedî gotinê de cih nagirin. Ev jî dikeve ser milê me jinên ku li vê piyaseyê ne. Çi ji destê me bê divê em bikin û hewl didin ku vê mezin bikin. Divê jin zêdetir di sînemayê de cih bigirin. Divê em cîhanê ji perspektîfa mêran re nehêlin.”
 
Kivilcimê di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku di pêvajoyên kaosê de divê hunermend bêdeng nemînin û got: “Em hemû li vî welatî ne. Vê pêvajoyê bandor li ser me hemûyan kir. Lê bawerim wê gelek tiştên baş jî pêk bên.