Film Amed bi belgefîlma 'Her Malek Dibistanek' bi dawî bû

  • 08:41 13 Gulan 2019
  • Çand û Huner
AMED - Mîhrîcana Belgefilman a Film Amed bi belgefîlma 'Her Malek Dibistanek' bi dawî bû.
 
Ji aliyê Komeleya Akademiya Sinemaya Rojhilata Navîn li Amedê 7'emîn Mîhrîcana Belgefilman a Film Amed hat lidarxistin. Mîhrîcana Belgefilman a Film Amed bi belgefîlma 'Her Malek Dibistanek' bi dawî bû. Endamên Tevgera Jinên Azad(TJA), Parlamentera HDP'ê ya Amedê Saliha Aydeniz, Rêvebirên navçe û navendê yên HDP'ê, Endamên Koma Helbestê yê Amedê, nûnerên civaka sîvîl û sînamehez,   belgefima ku li Eywana Sînemayê ya Çand Amed a Navende Kongre û Çandê ya Amedê hat pêşandan bûn. 
 
Dirûşma bijî berxwedana zindanan hat berzkirin
 
Berî ku belgefilm dest pê bike dirûşma 'Bijî berxwedana zindanan' a ji bo çalakgerên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di greva birçîbûnê de ne, hat berzkirin. 
 
Bal kişandin ser girîngiya zimanê dayikê
 
Belgefilma ku bal kişand ser girîngiya zimanê dayikê ji aliyê temaşevanan gelek hat ecibandin. Piştî pêşandana belgefilmê derhêner û lîstikvanan daxuyaniyek kurt dan. Lîstikvanan spasî ji bo Parlamentera HDP'ê Saliha Aydeniz û kesên ku alîkarî kirine kir. Mîhrîcana Belgefilman a Film Amed bi belgefîlma 'Her Malek Dibistanek' bi dawî bû.