Derhêner Aysel Yildirim: Em ê bi piştevaniyê riya xwe berdewam bikin

  • 09:05 12 Gulan 2019
  • Çand û Huner
Rengîn Azîzoglu
 
AMED - Nivîskar, lîstikvan û derhêner Aysel Yildirim diyar kir ku her aliyê civakî hem di alî aborî de û hem jî di alî azadiya fikr û ramanê de di bin zextê de ye û wiha got: “Dema hemû aliyên civakê di bin zextê de bin, ewil hewl didin hunermendan bêdeng bikin, lê ev zehmetir e. Hunermend her tim ji xwe re riyek derketinê dibînin. Huner gotineke li dijî otorîteyê hatiye gotinê ye.”
 
Civaka Hunermendên Xwepêşendanên Bogazîçî( BGST) saziyeke hunerê ya di 1995’an de ku di qadên şano, huner, reqs, muzîk û lêkolînên zanistî yên civakî de xebatan dimeşîne,hat avakirin. Lîstikvana BGST Aysel Yildirim lîstika dawî Zabel û girîngiya jinan a di qada hunerê de vegot.
 
‘Jinên di hundirê de wê bibîr tînin’
 
Ayselê da zanîn ku ew gelek ji kesayeta Zabel Yeseyan bi bandor bûye û got jineke sedsal berê bangî îro kiriye û wih agot: “Tevî di rojên tarî de derbas bûye hêviya wê her tim hebûye. Tu car dest ji têkoşînê bernedaye. Di heman demê de jinek wêjevan e. Şahidiya qirkirinê kiriye, tecruba wê heye. Di şeva 24’ê Nîsanê de yekane jinan di civîna rewşenbîran de ye. Bi awayekî direve û berdewama jiyana xwe di surgunê de derbas dike. Vê çîroka wê gelek bandor li me kir.”
 
‘Em xwedî dîroka Şanoya Femînîst in’
 
Ayselê her wiha bi lêv kir ku qada şano û hunerê qadek girîng a têkoşînê ye û qadeke ku jin xwe têde azad dike, gotin û çalakiya xwe pêk tîne ye. Ayselê wiha berdewam kir: “Terzeke jiyanê ye, di heman demê de nokteya ku lê azad dike ye. Qada derhêneriyê, nivîsandinê qadên serdest ya mêrin, lê jinan di vê qadê de pêşketinên mezin pêşxistin. Ev rê ji me re jî bûn ronî. Afîfe Jale, gelek lîstikvanên jin ji van pêşengane. Em xwedî dîroka Şanoya Femînîst ya hewl hatiye dayîn bê veşartinê ne.”
 
‘Hewl didin hunermendan bêdeng bikin’
 
Ayselê her wiha daxuyakirin ku huner bêalî nabe û got huner her tim li dijî otorîteyê ye û wiha dawî lê anî: “Huner di bin şertên faşîzmê de her tim ji xwe re li riya derketinê digere. Em niha demên zehmet de derbas dibin. Em bi sansurên gelek cidî re tên rû hev. Dema hemû aliyên civakê di bin zextê de bin, ewil hewl didin hunermendan bêdeng bikin, lê ev zehmetir e. Hunermend her tim ji xwe re riyek derketinê dibînin. Huner gotineke li dijî otorîteyê hatiye gotinê ye. Em ê li dijî zextan her tim hilbreînin. Em ê bi piştevaniyê riya xwe berdewam bikin.”