Peyama 7’emîn a Mîhrîcana Şanoya Amedê: Divê li her qadê şoreşa ziman bê dayîn

  • 09:13 7 Gulan 2019
  • Çand û Huner
AMED - 7’emîn Mîhrîcana Şanoya Amedê bi pêşandana 11’e lîstokan re bi dawî bû. Şanoger Berfîn Emektar û Elvan Koçer gotin ku ji bo pêşxistin û parastina zimanê kurdî qada çand û hunere qadeke girîng e, ji ber ku bi hatina qayumê re êrîşên li hemberî qada çand û hunerê zêdetir bû. 
 
7’emîn Mîhrîcana Şanoya Amedê a ku bi dirûşmeya “Heqîqet Azad Dike” re di navbera 26’ê Nîsanê û 5’ê Gulanê de bi 11 lîstikên bi navê Tenê ez, Ji Min Ewqas, Mal Be Kol, Zar Gotin Zêr Gotin e, Kozik, Zabel, Serûbin, Hêzên Palyaço ya Azad, Tayba Dawî ya Krapp, Ji Akademiyê Re Raporek, Xeyala Lal û Tartufe hat pêşandan bi dawî bû. Şano bi girseyeke mezin ya gel ve hat pêşwazikirin.
 
Endamên Komîsyona Mîhrîcanê û şanoger Berfîn Emektar û Elvan Koçer bal kişandin ser 7’emîn mîhrîcanê û diyar kirin ku ji bo pêşxistin û parastina zimanê kurdî qada çand û hunere qadeke girîng e, ji ber ku bi hatina qayumê re êrîşên li hemberî qada çand û hunerê dijwartir bû. 
 
‘Divê em xebatên xwe bigihînin asta herî  jor’
 
Endama Komîsyona Mîhrîcanê û lîstikvana Şanoya Bajêr a Amedê Berfîn diyar kir ku 7’êmîn Mîhrîcana Şanoya Amedê diyarî şanoger Mehmet Emîn hat kirin û wiha got: “Di her lîstikan de hem li ser dike û hem ji li pêş dikê eleqeyeke mezin ya jinan hebû. Lê îsal tenê 4 lîstikên jinan derketin ser dikê. Divê ev eleqe hîn zêdetir be. Di her qadê de bi taybetî di qada çandê de divê jin bêhtir di rêzên pêş de cih bigirin. Li gorî salên borî hejmara lîstîkên jinan û derhenerên jin kêm bûn.”
 
‘Lîstîk rastî eleqeye mezin hatin’
 
Berfîn, di axaftina xwe de bal kişand ser şanohezan û diyar kir ku demeke dirêj bû me mîhrîcaneke bi vî rengî pêk neanîbûn. Berfîn, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Belê coşa temaşevanan hêjayê gotinê ye. Çend lîstîk derketibin ser dikê ev qas eleqeyeke zêdetir dît. Her lîstîkek rastî pêşwaziyeke mezin hat. Şanohezan di mîhrîcanê de me tenê nehiştin. Wekî her car wê carê jî me xwest îsal jî bala şanohezan bikişînin. Li gel kêmasiyan ji dîsa em gihaştin armanca xwe.”
 
‘Şoreşa ziman hewce ye' 
 
Endama Komîsyona Mîhrîcanê û lîstikvana şanoya Bajêr a Amedê Elvan Koçer qala eleqeyê kir û wiha got: “Bi hatina qayumê re êrîşên li ser qadên çandê zêdetir bû. Gelek cihên ku bi kurdî kar dikirin hatin girtin. Ji bo kurdan qadên wekî çand û huner girîng e. Têkoşîna me ya li qada çand û hunerê li hemberî asîmlasyonê bi serê xwe şoreşek e. Her wiha 2 sal in ku me li eywana Çand a Amed bi zimanê kurdî xebat nedikir an jî şano nedihat lîstîn.” 
 
‘Ji bo zarok û ciwanan lîstîkên bi kurdî hewce ye’
 
Elvan, qala girîngiya mîhrîcanê kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ev mîhrîcan ji bo me girîng bû ji ber ku cara yekem li gel êrîşên qayumê me mîhrîcaneke bi vî rengî û bi kurdî li dar xist. Di mîhrîcanê de me giranî da zimanê kurdî. Divê di her qadê de şoreşa li dijî asîmîlasyonê pêk bên. Demên borî em li ser şagirtinên şanoyê disekinin, ji bo pêşeroja me hêviyeke mezin bû. Em niha karê xwe didomînin û bi taybetî ji bo zarok û ciwanan. Em bi taybetî li ser lîstokên bi kurdî radiwestin. Hêviya gel û şanohezan jî ev in. Ji bo me ev mîhrîcan taybet bû.”