17'emîn Mîhrîcana Fîlmor ya Fîlmên jinan li Amedê ye

  • 13:19 3 Gulan 2019
  • Çand û Huner
NAVENDA NÛÇEYAN - 17'emîn Mîhrîcana Gerok a Navneteweyî ya Fîlmên Jinan Fîlm Mor  wê sibe li Amedê bi temaşevanên xwe re bê gel hev.    
 
Mîhrîcana Gerok a Navneteweyî ya Fîlmên Jinan Fîlm Morê ku ji aliyê Kooperatîfa Jinan ve cara 17'emîn tê lidarxistin û di 7'ê Adarê de dest pê kir, sibe tê Amedê tê. Mîhrîcana ku bi piştevaniya Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn tê lidarxisitn sibe bi sînamehezan re tê gel hev, Mîhrîcan  wê di 5'ê Gulanê de bi dawî bibe. Fîlmên di mîhrîcanê de  wê li Şanoya Bajar a Amedê bên pêşandan.  
 
D çarçoveya Mîhrîcanê de li gel pêşandana fîlman wê forum jî bê kirin.