Şanohezan li lîstikên Zabel û Lal Hayal temaşe kirin

  • 10:09 3 Gulan 2019
  • Çand û Huner
AMED - Di çarçoveya Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê de ji aliyê lîstikvanên BGST'ê ve lîstika "Zabel" a ku jiyana Nivîskara Ermenî rave dike hat lîstin. Her wiha lîstika "Lal Hayal" ya ku jiyana 7 jinî rave dike ji aliyê Songul Oden hat lîstin. 
 
7'emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê îsal bi dirûşma "Heqîqet azad dike" li Amedê hat lidarxistin. Di çarçoveya Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê de ji aliyê lîstikvanên BGST'ê ve lîstika "Zabel" a ku jiyana Nivîskara Ermenî rave dike hat lîstin. Her wiha lîstika "Lal Hayal" ya ku jiyana 7 jinî rave dike ji aliyê Songul Oden hat lîstin. Herdu lîstik li Eywana Şanoyê ya Amedê ya Navenda Kongre û Çandê ya Amedê hat lîstin. 
 
Saet di 15.00'an de lîstika 'Zabel' ji aliyê lîstikvanên Civaka Hunera Xwepêşandana Bogazîçî (BGST) ve hat lîstin. Piştre saet di 20.00'an de "Lal Hayal" ya ku jiyana 7 jinî rave dike ji aliyê Songul Oden hat lîstin. Lîstik ji aliyê temaşevanan gelekî hat ecibandin. 
 
Piştî lîstikê diyarî ji bo lîstikvanan hat dayin. Dema temaşevanan li çepikan dixistin di heman demê de dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" hat berzkirin. 
 
Dê Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê li Eywana Şanoyê ya Amedê ya Navenda Kongre û Çandê ya Amedê heta 5'ê Gulanê bidome.