Hunermend Dîlber Ay jiyana xwe ji dest da

  • 11:32 30 Nîsan 2019
  • Çand û Huner
NAVENDA NÛÇEYAN - Stranbêj Dîlber Ay a 63 salî ji ber krîza dil koça dawî kir. 
 
Lîstikvan û stranbêj Dîlber Ay (63) duh êvarê krîza dil derbas kir. Li ser vê yeekê Ay rakirin Nexweşxaneya Perwerdehiyê û Lêkolînê ya Enqereyê. Tevî hemû mudaxeleyan jî Dîlber nehat rizgarkirin û jiyana xwe ji dest da. 
 
Dîlber di sala 1956’an de li Navçeya Bazarcixa Mereşê hatiye dinê û bi pêşbirka deng re li qada muzîkê li pêş dikeve û gellek albûman derdixe.